Pêla barîna tozek dijwar giha Silêmanî

Pêla barîna tozek dijwar hemû navçeyên herêma Kurdistan û Iraqê girtiye.

Navenda Nuçeyan - Pêla barîna toza dijwar hemû navçeyên herêma Kurdistan û Iraqê girtiye, ji ber vê yekê heta demekê seferên balafirxaneya navnetewî ya Silêmanî jî hat rawestandin.

Serê siharê destpêkê Bexda, hema bêje hemû bajarên Iraqê di nava tozê de ma. Bi dehan kesên nefesa wan teng bûn, rakirine nexweşxaneyê. Li Iraqê ji ber barîna tozê, dibistan ji bo rojekê ketin betlaneyê û dewama fermî hate rewastandin. Her wiha  Rêveberiya Avhewayê ya Iraqê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku tê pêşbînîkirin di roja 16 Gulan’ê de gelek bajarên Iraqê di nava tozê de bimînin.

Balafirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê daxuyayinek belavkir û da diyarkirin ku: “Ji ber vê pêla barîna toza dijwar a Iraq, herêma Kurdistan û bajarê Silêmanî bi xwe girtî, bu sedemê kêm dîtina mirovan û nefestengiyê. Ji ber wê me niha seferên balafirxaneya Silêmaniyê heta demekê rawestandiye heta rewşa hewayê asayî dibe.”

Rêveberiya Avhewaya Silêmanî di derbarê rewşa hewayê de got: “Li bajarê Silêmaniyê îro roja dûşemê wê ezman bi tozê bipêçe û wê heta danê êvarê ev pêla barîna tozê kêm bibe.”