Pêkhateyên kantona Firat û Minbicê li dijî komployê meşiyan

Bi hezaran pêkhateyên kantona Firat û Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Kobanê - Di 9'ê Cotmeha 1998'an de hêzên komploger li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi komployê kirin ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo mafê mayîna siyasî berê xwe da welatên Îtalya, Yewnanistan, Rûsiya ku herî dawî di 15'ê Sibata 1999'an de li bajarê Naropî yê Kenyayê hat girtin. Ku ji wê demê de li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyê girtiye.

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bi hezaran ji jin, ciwan û şêniyên Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkez, Erman, şêxên eşîran, gaziyên şer, Rêveberiya Xweser, rêxistin û tevgerên jinan, xwendekar, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl yên kantona Firat û kantona Minbicê li bajarê Kobanê meşiyan.

Girseya meşê bi hilgirtina posterên Abdullah Ocalan û bi tevlîbûna meşa Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku ji 5’ê Cotmehê ve destpê kiriye, bi berzkirina dirûşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Rêber Apo ji qada Jina Azad destpê kir û li qada Şehîd Egîd rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtin gelek axaftin û peyam hatin dayîn.

‘Bîrdoziya Rêber Ocalan mûcîzeya serdemê ye’

Hevseroka Encûmena Cîbicîkar ya kantona Minbicê Ezab Ebûd da zanîn ku wê gelê Minbicê bibin parçeyek ji berxwedana li dijî komployê û wiha got: “Em îroj ji gelek pêkhateyan li bajarê Kobanê kombûne ku em helwesteke hevpar li dijî komploya li ser Rêber Apo nîşan bidin. Komploya ku pêk hat di bingehê xwe de li dijî mirovahiyê ye, lewra em li vir piştgiriya xwe bi doza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û  hemû gelên azadî û aştîxwaz re tînin ziman. Komploya ku pêk hat,  her wiha şert û mercên niha ku Rêber Ocalan li Îmraliyê dijî bûn sedema ku bîrdozî, proje û çareseriyên wiha pêşkêş bike ku em dikarin weke mucîzeyên serdemê bigirin dest. Lewra îro bi taybet weke pêkhateyên kantona Minbicê em soz didin ku bibin parçeyek ji misogerkirina azadiya fîzîkî ya afirînerê mucîzeyên sedsalê. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mafekî rewa yê wî û yê me ye. Lewra çi bibe jî em ê teqez ev mafê xwe bi dest bixin.”

Meşa ku bi hezaran kes ji Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa û Minbicê beşdar bûn, bi dirûşmeyên ku berxwedana li Îmraliyê silav dikin bi dawî bû.

Jinên ku beşdarî meşê bibûn helwesta xwe ya li dijî komployê znîn ziman.

‘Ji hilweşandina pergala Îmraliyê kêm maye’

Hevseroka Desteya Xwecihî Felek Yusif got: “Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de di encama gef û zextên dewleta Tirk ku perspektîfên hêzên hegemon bû, ji Sûriyê derdikeve. Ev dîrok dibe destpêka komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo, gelê Kurd û mirovahiyê. Rêber Apo di van salên dirêj yên di girtîgehê de berxwedaneke mutleq nîşan dide ku girtîgeh veguherandin dibistan azadî, demokrasî û wekheviyê. Îsal helwesta li dijî komployê gelek cuda ye, bi taybet bi pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bû rojeveke cîhanî. Kesên ku bîrdoziya Rêber Apo rast naskirin, têgihîştin ku di vê pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de pêdivî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Lewra em bawer dikin ku wê bi vê hevgirtina ku niha xwe dide, di demeke nêz de pergala işkence û qirkirina li Îmraliyê bi dawî bibe.”

‘Emê weke jin projeyên Rêber Apo biparêzin û mayînde bikin’

Hevseroka Meclîsa Gelan ya kantona Minbicê Sîham Hemo jî wiha got: “Di meşa me ya îro de diyar bû ku êdî bi dehan pêkhate û netewên cuda, Rêber Apo ji bo xwe weke Rêber dibînin. Bi taybet meşa me ya li Kobanê jî gelek bi wate ye, tê zanîn ku Rêber Apo cara yekemîn derbasî axa Kobanê bûye ku xebatên wî yên li Rojhilata Navîn bi vê gavê re destpê kir. Em jî vê girîngî û coşê îro li kolanên Kobanê dengê xwe bilind dikin û îsrara xwe ya hilweşandina pergala Îmraliyê tînin ziman. Ger em îro weke pêkhate di bin sîwana pergala Netewa Demokratîk de dijîn, ev yek jî bi saya berxwedana Rêber Apo ye. Bi taybet jî weke jin ku ev proje ji bo me derfetên gelek mezin ava kir û em îro di asta pêşengiyê de vê pergalê pêş dixin. Ji bo vê jî em deyndarên wî ne, lewra emê weke jin ji her kesî zêdetir vê pirojeyê biparêzin û mayînde bikin.”