Pêkhateyên heremê: Dem dema çareseriya krîza Sûriyeyê ye

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez kirin ku êrîşên li ser bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê yek ji awayên siyasetên qirkirina nevxweyî ya li ser gelan e, di sala 2004’an de xwestin pêk bînin û heya îro berdewam dikin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Çekdarên Dîfa Watanî û hêzên hikumeta Şamê êrişî bajar û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê kirin û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan şermezar kirin û piştgirî dan Hêzên Sûriye ya Demokratîk.

‘Siyaseta dewletan diyaloga Sûriyeyê bi Sûriyeyê re qebûl nake’

Endama Meclisa Civaka Ermen Losnak Kavoriyan da zanîn ku siyasetên qirkirina navxweyî ya gelan siyasetek navdewletî ye û wiha anî ziman: “Îro ev siyaseta qirkirinê bi destên Îranê, dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê tê meşandin. Ev siyaset bêtir eşîrên Erebî armanc dike, ji ber ku dizanin eşîrên Ereb bi bandor li civakê dikin lewma dixwazin bi riya wan armancên xwe tevlihevî û qirkirina gelan pêk bînin lê eşîrên Erebî jî piştîgirî didin QSD’ê. Ji ber ku ew hêza hêvî û parastina hemû gelane. Em weke pêkhateyên herêmê dibînin ku siyasetê dewletan diyaloga Sûriye Sûriyeyê qebûl nake ji ber ku ew dixwazin krîza Sûriyeyê kûr bikin û temenê wê dirêjtir bikin. Armanca wan Sûriyeyê vegera beriya 2011’an lê em qebûl nakin, me gelek ked, têkoşîn, berxwedanî û bedelên giran dan.”

‘Li dijî siyaseta qirkirina navxweyî ya li ser gelan em ê têbikoşin’

Endama Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rewda Şakir destnîşan kir ku siyaseta derxistina şerê navxweyî di nava pêkhateyên herêmê de di 2004’an de dest pê kiriye û wiha axaftina xwe domand: “Siyasetên qirkirina navxweyî li Sûriyeyê ji sala 2004’an ve berdewam dike. Dixwazin fitne û tevliheviyê di navbera gelan de çêbikin lê em dibînin ku ev siyaset têk diçe bi taybetî piştî Şoreşa Rojava û bi rêxistinkirina gel li ser pergala neteweya demokratîk. Beriya salekê jî rejîma Sûriyeyê hewl da tevliheviyê li Dêrazorê derbixe careke din têk çû îro jî berdewam dike. Em weke pêkhateyên Ereb vê tevliheviyê qebûl nakin, êdî siyasetên wan qirêj eşkere bûye, me xwe li ser esasê hevgirtina gelan birêxistin kiriye û bi hev re em ê li dijî van siyasetan têbikoşin.”

‘Armanc derxistina şerê navxweyî ye’

Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan diyar kir ku armanc bi siyasetên ku rejîma Sûriyeyê û hevkarên wê dikin, derxistina şerê navxweyî ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dem dema çareseriya krîza Sûriyeyê ye, ne dema derxistina tevliheviyan e. Divê diyaloga Sûriyeyê bi hêzên Sûriyeyê re hebe û di hundirê Sûriyeyê de be ne ji derveyî wê be. Ji ber ku pirsgirêk di hundirê Sûriyeyê de ye û gere bi gelê Sûriyeyê re were çareserkirin. Em bang li Hikûmeta Sûriyeyê dikin ku ji dev siyasetên fitne û fesadiyê berde.”