Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî komployê meşiyan

Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma“bi têkoşîn û berxwedana gelê Şoreşger emê komploya 15’ê Sibatê têk bibin” daketin qadan û meşên girseyî li darxistin.

Navenda Nûçeyan - Bi rasthatina salvegera 24`mîn a Komploya Navdewletî ya li djiî Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ku 15`ê Sibata 1999`an pêk hatibû, pêkhateyên Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemû bajar, navçe û bajarokan derketin qadan û meşiyan. Bi heman wesîlê li Kobanê, Qamişlo, Şehba, Til Temir û Hesekê meşên girseyî hatin lidarxistin.
Hesekê
Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Suryan meşek girseyî li dar xist. Di meşê de endam û rêvberên saziyên civaka sivî, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclisa Ermen û tevahî welatiyên Hesekê amade bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi ser nivîsa “Bi têkoşîn û berxwedaniya gelê şoreşger emê komploya 15’ê Sibatê têk bibin” hilgitin. Meş ji Gulîstana Rêber Ocalan a Taxa Nasra des pê kir û li Qada Şehîd Athrû ya Suryanan veguherî mitîng .Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Rêvberiya Partiya Yeîtiya Demokratîk PYD’ê Ebid El-Xenî Oso komploya navdewletî şermezar kir û wiha domand: ”Komploya navdewletî vîna gelê di felsefeya Rêber Apo de azadiya xwe dît, hedef girt. Têkoşîna Rêber Ocalan hişt ku dewletên kapîtalîst yekser li dijî wî komplo pêk bînin, lê armancên wan negiha serî. Ji ber ku gel tama azadiyê girt û di felsefeya wî de xelasiya xwe dît, ji lewma ew ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.”
“Yekîtiya pêkhateyên herêmê bersiva komploya 15’ê Sibatê ye”
Endama Rêvberiya Kongreya Star Welîda Botî jî tekez kir ku Komploya 15’ê Sibatê bi yekîtiya gelê herêmê bibin ket û wiha berdewam kir:”Komploger xwestin bi riya komploya li ser Rêber Apo nehêlin gel rabe ser piyan. Bi destê hemû dewletan û hêzên ku serweriya xwe li ser cîhanê didin meşandin, komplo pêk hat. Bi êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Komploya 1999’an dewam dike. Hîn jî hewl didin îradeya gelan têk bibin, li hemberî van pilanan îro gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê asta têkoşînê bilindtir dikin. Rêber Ocalan banga azadiya hemû jinan kir. Em deyndarê felsefeya Rêberê xwe ne û ji bo azadî wî ya fizîkî emê têbikoşin, ji ber me azadiya xwe di felsefeya Rêbertî de dît. Gelê ku tama azadiyê bibîne wê nikaribe tarîtiyê qebûl bike. Yekîtiya pêkhateyên herêmê bersiva komploya 15’ê Sibatê dide.”
Meş bi silogana”Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Til Temir
Li dijî komployê li hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên ji bo şermezarkirina komployê hatine despêkirin. Bi heman mebestê şêniyên Til Temir ên Kantona Hesekê bi hemû netewên xwe yên Kurd, Ereb, Aşûrî û  giştî welaltiyên herêmê ev roj bi meşeke girseyî şermezar kirin. Meşa ku bi diruşma "Bi têkoşîn, berxwedan û şerê gelê şoreşgerî em ê komploya 15'ê Sibatê têk bibin" ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan (MMŞ) dest pê kir, li çarxereya Ş. Qendîl rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ednan Kalo got: "Hêzên komploger digotin ger ku Rêber Ocalan ji nav şoreşger û gelê Kurd derbixin wê şoreş û têkoşîna heyî têk biçe lê bi hezaran gel ketin pey û doza wî niha didomînin. Şoreşa ku Rêber Ocalan dest pê kir ne şoreşa aliyekî Kurdistanê, şoreşeke Kurdistanî û cîhanî ye. Divê her kes li gorî erk û berpirsiyartiya xwe rabe û komployê bi yekîtiya gelan têk bibin."
Meş bi silogana "Bimire komploger” û “Bijî Rêber Ocalan" bi dawî bû.
Şehba
Di bin diruşmeya “Berxwedana Serdemê misogeriya rizgarkirina Efrîn û azadiya Rêber Apo ye” Meclîsa kanatona Efrînê meşek li dijî komployê lidarxist. Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsa “Bimire komploya 15’ê subatê, dem dema azadiya Rêber Apo ye” û ”Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina Netewa Demokratîk e” hildan. Meş ji destpêka navçeya Fafîna kantona Şehbayê heya qada ajokaran a navçeyê bi diruşmên şermezarkirina komployê domkir. Piştî meş li qadê vegeriya mêtîngê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Endama Koordinisyona Kongreya Star a herêma Efrînê Elîf Mihemed li ser navê beşdarên meşê axivî û got: “Ji Şehbayê em bi berxwedana xwe komploya navnetewî li ser Rêber Apo şermezar dikin. Divê gelê Kurd li xwe vegere ku her roj di qirkirinê re derbas dibin û ev qirkirin ji planên komployê ne qut e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê bindest û hemû deverên dagirkirî ye. Em ê li dijî hêzên komloger û planên wan berxwedana xwe xort bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.”
Meş bi diruşma”Bijî Serok Apo” û ”Bijî berxwedana Îmraliyê” dawî bû.
Qamişlo 
Li dijî komploya 15’ê Şubatê bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo bi dirûşmeya “Bi têkoşîna gelên şoreşger em ê komploya 15’ê Şubatê têk bibin” meşiyan. Meşê ji Çarxerêya Osman Sebrî destpêkir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn hildan û welatiyan bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bilind dikirin. Meş li ber Navenda Netewên Yekbûyî bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Partiya Yekîtiya Demokrtaîk PYD Delal Hesen got: “Rêber Apo ne tenê ji bo doza Kurdistanê kar kir, xebatê wî neteweyî bû û ji bo azadiya hemû netewan têdikoşî. Em hemû li vir sekinîne, daxwaza azadiya Serokê xwe dikin. Ev êrîş û pilanên ên qirêj nabin bend li pêşiya me û girêdana me bi Serokê me re xurtir dike. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ev rê xilasiya ji zilmê û gihiştina azadiyê ye.”
Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîca Heyder jî got: “Dewletên komploger xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin, bêguman nikarin armanca xwe bighînin serî ji ber ku gel bi felsefeya Serok Apo mezin bûye. Em ê komployê bişkînin û ser bikevin bi felsefeya Rêber Apo. Mînaka serkeftina me jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Em wekî tevgera jin, daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin û dibêjin ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Bi diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” meş bi dawî bû.
Kobanê
Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê, bajarokê Sirînê, Kantona Girê Spî û Eyn Îsa, her wisa Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl û Partiyên Siyasî li Qada Jina Azad kombûn û bi silogana "Em azadiya Rêber Apo dixwezin" meşeke gireseyî lidarxistin. Beriya meş destpê bike, meşa dirêj ya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ku ji 13`ê Sibatê de destpê kirbû gihîşt Qada Jina Azad û tevlî meşa giştî bû. Meşvanan poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Emê bi şerê gelê şoreşgerî komploya navnetewî têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" û "têkbirina komploya 15`ê Sibatê serxistina jiyana azad e" hildan. Meşê bi berzkirina siloganên "Bê serok jiyan nabe", "Bimre komploya navnetewî" û "Bijî Rêber Apo" ji Qada Jina Azad destpê kir, li kolanên sereke yên bajar, her wiha di qada Aştî re derbas bû û li qada Şehîd Egîd vegeriya mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Bêrîvan Ismayîl wiha got: "Rêber Apo bi hezaran welatparêz, qehreman û milîtan avakir, ji lewra armanca komployê bi cih nehat. Em weke jinên herêma Firatê soz didin Rêber Apo ku têkoşîna me ranaweste heta em Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Rêber Apo bi taybet ji bo me jinan bîrdoziyeke pêkêş kir, em îro xwe li ser bingeha wê bîrdoziyê rêxstin dikin."
Naz Elî ku ji navçeya Qinê beşdarî meşê bûyî jî got: "Bi hezaran welatî ji bo azadiya Rêber Apo rabûne ser piyan, ev kombûn bersiva herî mezin ya li dijî komployê ye. Hêzên komploger hizrîn ku wê Rêber Apo di nava dîwarên gireva Îmraliyê de bêdeng bikin. Rêber Apo Îmralî kir dibistana ramanên xwe yên azad. Ev pirojeya ku em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana wê de dijîn jî berhemê bîrdoziya Rêber Apo ye. Ev gelê ku îro rabûye ser piyan bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye perwerde kirin. Ji ber vê em bi taybet jî weke jin deyndarên rêberê xwe ne û çawa me komplo vala derxist emê Rêber Apo fîzîkî jî azad bikin."
Meş bi diruşmên komployê şermezar dike li Qada Şehîd Egîd bi dawî bû.