Pêkhateyên Şengalê li hemberî lêkirina dîwar meşiyan

Welatiyên Şengalê ji bo nerazîbuna xwe li bermberî dîwarê tê lêkirin nişan bide di bin zextên artêşa Îraqê de meşiyan.

Şengal - Her diçe Hikumeta Îraqê ji bo lêkirina dîwarê navbera Rojava û Şengalê tevgerên xwe zêdetir dike. Gelê Şengalê yên ji pêkhateyên Ereb û Êzidî, ji roja despêkê ve bênavber bertekên xwe yên ji bo lêkirina diwarê ji bo civaka Şengalê tenê cihê metirsiyê ye anîn ziman. Bi armanca şermezarkirina lêkirina dîwar gelê Şengalê meşiyan. Welatî li cem benda kontrole ya Zîre ya navbera Xanesor û Sînunê heya benda kontrole ya Tirbika ya Artêşa Iraqê meşiyan. Li gel ku ji bo meşê hatibun agahdar kirin jî lê careke din Hikumeta Îraqê ji bo gel bertekên xwe nişan nedin bi sedan leşker swqî Sinûnê kirin û xwestin rê liber meşê bigirin. Piştî bertekên gel artêşa Îraqê neçar ma destûr bide çalakiyê û gel meşa xwe dewamkir. Di meşê de pankartên “Em diwarê di nava Şengal û Rojava de nahêlin bê lêkirin” û “Bese ji ziman dirêjiya PDK û dewleta Tirk re” hatin hildan. Her wiha bê navaber duruşmên weke “Şengal azade bila xayîn derkevin” û “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin qêrîn. Meşê heya seytereya Tirbika ya Artêşa Iraqê berdewam kir. Daxuyaniya li ser navê pêkhateyên Şengalê ji aliyê Semîr Derwêş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de banga rawastandina karê çêkirin dîwar hate kirin û wiha hat gotin: “Dîwarê tê lêkirin ji hêla hin aliyan ve tê destek kirin ku naxwazin li Şengalê aramî pêk were. Ev dîwar bi desteka aliyên ku bûne sedema komkujiya Êzdiyan û bûn sedem ku bi hezaran keç û jinên me bên firotin ve tê çêkirin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bersivê bidin kiryarên bi vî rengî yên kêfî ku dewleta Tirk û aliyên girêdayî wê li ser Şengalê dimeşînin. Em dibînin ku ev qefesa ku hatiya çêkirin li dora gel, bi hemû awayî li dijî îradeya gele.

 Di dawaya daxuyaniyê de 4 xalên daxwaziyên pêkhateyên Şengalê hatin xwendin û radestî rayedarên artêşa Îraqê hatin kirin wiha ne;

1- em bang li raya giştî û NY’ê dikin li himber van pilanên tên meşandin bêdeng nebin û rê nedin karekî ku nakeva xizmeta pêkhateyên herênmê.

 2- Divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan midaxeleyî van binpêkirinan bikin.

 3- Em daxwaza xirakirina vî dîwarî dikin.

 4- Daxwaza me ewe ku Şengal serbixwe be û ser bi hikûmeta navendî ve be, em naxwazin partiyên siyasî li gor berjewendiyên xwe yên hizbî me kontrol bikin.