‘Pêdivî bi hilbijartinên qanûnî heye’

Jinên navneteweyî di Komîsyona Jinan a Yekbûyî de banga rawestandina tundiya li dijî jinan li Filistînê kirin û xwestin çarçoveyek qanûnî ya ku parastina ji her cure şîdetê dike bin temînatê were amadekirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Di 28’ê Mijdarê de Navenda Karûbarên Jinan bi hevkariya Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî, şahiya destpêkirina kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya zayendî ya li ser jin û zarokên keç li Filistînê organîze kir.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya jinan Marîs Jînoned bal kişand ser hewldana ji bo bidawîkirina tundiya li ser jin û zarokên keç, peydakirina hemû rêgez û tedbîrên pêwîst ji bo parastina wan û wiha got: “Ez daxwaza avakirina çarçoveyek qanûnî ya adil û qayîm ji bo jinan û pejirandina bilez ya qanûna parastina malbatê ji tundiya zayendî dikim. Ji sedî 70.2 jinên li Xezayê rastî şîdetê tên. Buroya statîstîka navendî ya Filistînê piştrast dike ku jin nîvê civakê pêk tînin û wê belge kir ku ji sedî 59 ji jinên zewicî rastî tundiyê ji aliyê hevjînê xw ve tên û rêjeya jinên ku rastî tundiyê tên nêzîkî ji sedî 66.8 û temenê wan di navbera 20-24 salan de ye.”

Nûnera Yekitiya Ewropayê Marya Vîlasko diyar kir ku tevî gelek destkeftiyên ku dixwazin xizmetê ji jinan re bikin, dîsa jî jin rastî tundiyê tên û ev yek weke binpêkirina mafên mirovan tê dîtin û wiha pê de çû: “Rola me ya rastîn tevlikirina hemû beşên civakê ye ji bo bidawîkirina şîdeta zayendî ya li ser jinan li Filistîn û li seranserê cîhanê.”

‘Kiryarên li dijî jinan ji ber pergal û zîhniyeta baviksalarî ye’

Rêvebera Navenda Lêkolîn û Rawêjkariya Zagonî ya Jinan Zeyneb El-Xenîmî eşkere kir ku diyardeya tundiya li ser jinan di encama sîstem û pêkhateyên baviksalarî û sîstema civakî de her ku diçe zêde dibe û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bihêzkirina rolên qalibgiran rê li ber beşdarbûna jinan di qada giştî de digre. Diyardeya tundiyê bandor li saziyên piştgiriyê yên ku xizmetguzariyan pêşkêşî jin û keçan dikin, kir bi teşwîqkirin û zordestiya bi riya malperên tora dîjîtal û gefa rasterast li ser rêberên femînîst ên ku mafên jinan diparêzin. Ez bang dikim ku parastina têr ji jinan re were peydakirin û mafên wan werin bidestxistin û bersivdayîna bangên berdewam ên rêxistinên femînîst û mafên mirovan ên li ser hewcedariya derxistina qanûnên biryardar ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bidestxistina prensîbên edalet û wekheviyê.”

Rêvebera Navenda Ragihandinê ya Jinan Huda Elyan diyar kir ku tevî zêdekirina çalakiyên ji bo afirandina jîngeheke ewle ji jinan re, tundiya li ser jinan didome û wiha got: “Îro me peyamên hevgirtinê ji biryarderan re şand. Divê tundiya berdewam a li ser jinan li her deverê bi dawî bibe. Divê hilbijartinên qanûnî bên kirin û ev yek ji bo derxistina zagonên adil ji bo jinan gava yekem e.”

‘Di hemû beşên civakê de pêkanînên dijberî jinan didomin’

Rêvebera Komeleya Stêrkên Hêvî ya Jinên Astengdar Dîna Ebû Şehla destnîşan kir ku ev çalakî û çalakiyên taybet yek ji wan amûrên ku binpêkirin û şêwazên tundiya li ser jinan ronî dike ne û wiha got: “Ez bang li hemû beşên civakê dikim ku dest ji pêkanînên sîstematîk ên ku bandorê li jinan dike, berdin.”

Rêveberê dozên civakî Suad Bekir eşkere kir ku lidarxistina gelek konferansên ku hemû jinan dikin hedef gelekî girîng e û wiha pê de çû: “Di konferansan de bang li jinan tê kirin ku xwedî li mafên xwe derkevin.”

Di şahiyê de pêşandaneke şanoyê hebû ku li ser pênc mijarên ku jin û keç li Filistînê ji wan êşê dikşînin bû. Di nav de zewaca di temenê biçûk de û zewaca bi darê zorê, şîdeta dîjîtal, bêparkirina jinan ji mîrasê û şîdeta li dijî jinên nexweşên penceşêrê bû.