Pedên hîjyenîk û av nîne: Li Xezayên têkoşîna jinan bêdeng didome

Li Xezayê şer ne tanê bi bombeyan, bi dorpeçkirinan jî jiyana jinan zehmet dike. Zêdetirê 700 hezar jin di dema regilê de nikarin xwe bigihîjin pedên hîjyenîk. Ped û sabûn veguherîn lûksek, nexweşî jî zêde dibin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li dijî Xezayê berdewam dike, jinan di gelek qadên de zehmetiyan dikşînin, bi taybetî pêvajoya regilê ji bo van dibe barekî duqat. Li herêma di bin dorpeçê de, bi taybetî pedên hîjyenîk û sabûnan xwe gihandina pêdiviyên bingehîn pir sînordar e.

Li Xezayê ji bo 700 hezar jin û zarokên keç, ped, ava paqij û tualetên hîjyenîk nîne. Dema pergala tenduristiyê ya hilweşiyayî, xizaniya kûr û qeyrana aborî dibe yek, pêvajoya regilê vediguherî kabûsek.

'Gelo ez ped an jî ard bikirim?'

Cemîle Nasir, da zanîn pêdiviyên hîjyenê yên jinan ji sabûn û şampuanê bigre heta deterjanê diguherin û wiha pirsî: "Gelo di dema birçîbûn û xelayê de, jin çi bikirin, ped û sabûn, an kîloyekî ard a 30 dolarî?”

Cemîlê Nasir, destnîşan kir ku rev pêdiviyan ji bo jinên Xezayê ne "lûks e”, herî kêm bi qasî xwarin û vexwarinê bingehîn û lezgîn e û diyar kir ku nebûna van berheman jinan ber bi travmayê dibe û pêşiya xweşiyan vedibe.

Cemîle Nasir, da zanîn herî zêde jinên ciwan ji vê yekê bandor dibin û destnîşan kir pirsgirêk ne tenê bi hîjyena regilê, pitik jî jî ji ber nebûna pêçan di hewaya germ de bi enfeksiyonê re rû bi rû tê. Cemîle Nasir, bi bîr xist di pêvajoyên pêşiya şer de jin bi awayekî zêde û baş xwe hîjyena digihandin û got, "Îro em nikarin xwe bigihînin malzemeyek herî hêsan jî.”

Cemîle Nasîr, diyar kir ku hinek berhemen bi alîkariyan re tên ne baş in û wiha got: “Dîsa jî li gorî rewşa me baş e. Em mehê tenê çend caran diçin hemam, lewma nexweşiyên pirzik û kiwark ên di laş de derdikevin û dermankirin nîne.

Biha 10 qat zêdebûn

Li gorî Cemîle Nasir, bihayên berhemên regila hîjyenîk ne li gorî aporên navneteweyî 7 qat, bi giştî 10 qat zêdebûne. Cemîle, wiha got: “Pedên ku me beriya niha 1.5 dolaran dikirî, niha 5 dolar û zêdetir e. Sabûn ji 3 dolarê derket 30 dolaran."

Cemîle Nasîr, da zanîn hinek dayik ji ber ku 5 an jî 9 zarokên keç hene, pedên hîjyenîk nastînin û li şûna vê kumaşan bikartînin û ev rewş jî rê ji enfeksiyonên bakterî û nexweşiyên cuda vedike. Cemîle Nasir, diyar kir gelek jinan ji ber tabûyên civakî nikarin pirsgirekên xwe bînin ziman.

Tuwalet, sabûn û av nîne

Jinan, di stargehan de nikarin xwe bigihîjin tuwaletên paqij û ji bo paqijiyê sabûn jî nabînin. Ev pirsgirêk jî hîjyenê xiraptir dike. Bedena jinan li gorî pêşiya şer, êdî li dijî şert û mercên hîjyenê xirabtir dibe; nîşaneyên gelek nexweşiyan derdikeve holê.

Cemîla Nasir, bang li rêxistinên alîkariya jinan û Şaxa Jinan a NY'ê kir ku rewşa jinên li kon û stargehan bibînin û alîkariya van bikin. Cemîle Nasir, wiha axivî: "Ji bilî tirs û birçîbûna şer, em gelek pirsgirêkên fîzîkî û derûnî yên wekî kêmbûna hîjneyê dijîn. Gelo bêyî xwarina bi tendurist, laş çawa dikare li hember van şert û mercan li ber xwe bide?”

Li gorî raporek ya Fona Nifûsê ya NY’ê (UNFPA), Zîvala Xezayê mehê hewceyê 10.3 mîlyon pedên hîjyenîk e. Lê piştî dorpêça 3 mehan a Îsraîlê, hema bejê hîjyena şexşî û berhemên regilê xilas bûne. Pedên hîjyenîk ên heyî jî li gorî beriya şer, 5 qat zêdetir girantire û gelek malbat nikarin bikirîn.i