PE dê konferansa 'Qanûn, Girtîgeh û Pirsgirêka Kurd' li dar bixe

Di 13’ê Hezîranê de li Parlamen Ewrûpayê, konferansa “Li Tirkiyeyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û Pirsgirêka Kurd” dest pê dike.

Navenda Nûçeyan- Konferansa 'Li Tirkiyeyê Maf û Azadî: Hiqûq, Girtîgeh û Pirsgirêka Kurd' ku li Parlamentoya Ewropayê (PE) bê lidarxistin, wê di 13'ê Hezîranê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê pêkanîn. Konferansa ji aliyê Yekitîya Hiqûqnasên ji bo Demokrasî û Mirovan a Ewropayê (ELDH) û Komeleya Navneteweyî ya ji bo Hiqûq û Demokrasiyê (MAF-DAD) ve hat organîzekirin, dê bi hevkariya Partiya Çep (Die Linke), Yekîtiya Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) ya li Parlamentoya Ewropayê bê pêkanîn.

Dê Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî tevlî bibe

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Hevserokê Çep yê AP Martîn Schirdewan, Hevserokê ELDH Prof. Bill Bowring û Serokê MAF-DAD Heike Geisweid ve bê kirin. Di rûniştina bi sernavê "Li Tirkiyeyê daraza siyasetê" de, ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Parêzer Faîk Ozgur Erol dê bandora darazê ya li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê binirxîne. Di vê rûniştinê de ji Katalonyayên Endamê Desteya Rêveber a ELDH'ê Prof. Louis Lemkow, ji Zanîngeha Middlesex Prof. Philip Leach, parlamentera PE’ê Fabio Massimo Castaldo jî dê mijarên wekî nepêkanîna biryarên DMME û nêrîna Ewropî ya darazbûna siyasetê digrin dest.

Dê bi tecrûbeta Îmraliyê tecrîd were vegotin

Dê sernavê panela duyemîn jî “Girtîgeh, îzolasyon û daraz” be. Serokê Baroya Amedê Parêzer Nahît Eren dê pergala înfazê ya li Tirkiyeyê binirxîne. Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê parêzer Cengîz Yureklî dê bi tercûbeya Îmraliyê der barê tecrîd û rewşa girtîgehan de agahiyan bide. Endama Degelasyona Girtîgeha 2023’an Parêzer Miriam Fieding dê çavdêrî û pêşniyarên heyetên navneteweyî ragihîne. Ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) parêzer Renkîn Ergul dê biryara "mafê hêviyê" ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê binirxîne.

Ji Îrlandaye tecrûbeyên çareserkirina pevçûnan bên parvekirin

Panela sêyemîn a konferansê jî dê bi sernavê "Ji bo Tirkiyeyê perspektîfa demokratîk" bê lidarxistin û li ser rêyên çareseriyan bê sekînandin. Ji Îrlandayê ji Komeleya Hiqûqnasên Sosyalîst a Declan Owens dê pêşkeşiyek bi sernavê "Tercûbeyên çareseriya nakokiyan û rola hiqûqê" bike. Caroline Stockford a ji Norwec Pen dê li ser "mafê parastina bi Kurdî û zexta li ser rojnamevan û medyaya Kurd" bê dest girtin. Ji Koma AP ya Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan Giuliano Pisapia jî dê li ser rola Ewropayê ya di demokratîkbûna Tirkiyeyê de biaxîve.

Ji bo beşdarbûna konferansê ku dê wergera Tirkî jî hebe, dikarin serîlêdanên navnîşanên [email protected] an jî [email protected] bikin.