‘PDK bi fermana dewleta Tirk tevdigere’
Çalakvana mafê jinan Ronak Mecîd diyar kir ku sedema girtina deriyê sînor ê Sêmalka, hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ye û got: “Heta dewleta Tirk erê neke, PDK deriyê sînor venake.”
DÎDAR ŞEHLA
Silêmanî – Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye û bi taybetî jî li herêmên Kurdan didome. Ji berê vê yekê gelek koçberên herêma Efrînê li Şehba bicih bûbûn, carek din koçber bûn. Li Başûrê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê, pêngavên ji bo komkirina û gihandina alîkariyê hatin ragihandin. Lê belê ji ber girtina deriye sînor ê Sêmalka ya li herêma di bin desthilata PDK’ê de, tenê alîkariya pere tê stendin. Çalakvan daxwaz dikin ku deriyê sînor were vekirin, da ku bikaribin alîkariyê bighînin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Çalakvana mafê jinan Ronak Mecîd diyar kir ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bi şerê Xeza û Lubnan ve girêdayî ye û zengila şerê cîhanê yê sêyem e. Ronak wiha got: “Şerê cîhanê yê sêyem bi Îsraila li ser Hizbilah û Xezayê dimeşîne destpê kir. Em dizanin xeta şîa ya ku hatî avakirin, heta Lubnanê diçe. Ev hewldanên ji bo Sûriye, Şamê û dijwarkirina êrîşên Tehrir El-Şamê, ji ber vê ne.”
‘Ji bo dizaynkirina Rojhilata Navîn planek heye’
Ronak Mecîd da zanîn ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk li ser herêmên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bi armanca koçberkirina Efrîniyên li herêma Şehbayê bû û wiha got: “Dewleta Tirk û dijminên din ên Kurdan her tim hewl dane Kurdan tine bikin. Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji 2014’an heta niha dikaribû kar û xebatên xwe bidomîne. Me dît di wê demê de çawa bi êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû bûn. Lê belê di dema ruxandina rejîma Esed de, di vê valatiyê de dûbare Kurd û bi taybetî koçberên Efrînê ku niştecihî Şehbayê bûn, bûn hedefa çeteyên girêdayî dewleta Tirk. Di van şeran de ji bo dizaynkirina Rojhilata Navîn planek heye. Tirkiye jî dixwaze biçe sînorê welatek din û dagirkeriya xwe berfirehtir bike. Mîna ku dibêje Dîmeşq û Heleb girêdayî Tirkiyê ye. Di rastî de ev plana dagirkeriyê di vî şerê cîhanê yê sêyemîn de ye. Hemû welatên Rojhilata Navîn bi ber dikeve.”
‘Kurdên Başûr ji vê metirsiya şer ne dûr in’
Ronak Mecîd da zanîn ku Başûrê Kurdistanê û Iraq ji metirsiya şerê DAIŞ’ê ne dûr in û wiha dom kir: “DAIŞ niha, heman rêxistin e. Lê belê mekanizmaya tevgerê guheriye. Ji ber li Iraqê li gel Heşdî Şabî rû bi rû bûne. Armanca sereke ya Îranê û her diçe çarçoveya dizyankirina Rojhilata Navîn bi dilê hêzên Emerîka û serdestên dinyayê ye. Ji ber wê ger şer were Iraqê, wê cardin li Başûrê Kurdistanê Kurd bên hedefgirtin.”
‘Jin xwedî hêza guherîna civakê ne, ji ber wê dibin hedef’
Ronak Mecîd destnîşan kir ku di nav vî şerî de her tim jin dibin hedefên sereke, ji ber dizanin ku jin dikarin guherînê di civakê de bikin û wiha got: “Jin û zarok di hemû şeran de herî zêde ziyan dibînin. Bi taybetî jin, ji ber armanca dijmin ew e ku jinê kole bike û hêza wan a guherînê bitepisîne. Me dît di şerên bûrî de, di dema enfalkirina Kurdan, di şerê DAIŞ’ê de û di hemû şerên din de, jin dihatin firotin. Dihatin bikaranîn, bazirganî pê dikirin û heqaret lê dikirin. Ji ber dizanin hêza guherîna civakê di jinê de heye. Di hemû qonaxên êrîşên li ser Kurdan de, Kurd li her sê parçeyên din ên Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestî piştgirî kirin. Ger were bîra me, di dema erdhejên li Başûr û Bakûrê Kurdistanê de çawa xwedî li hev derketin, koçberbûna Kurdên Rojava di dema şerê DAIŞ’ê de, di hemû van qonaxan de, Kurd li hemû parçeyên din yên Kurdistanê û bi yek deng û yek dest bi riyên cûda yên mîna meş, xwepêşandan û komkirina alîkariyan û gihandian alîkariyan, dikaribûne dilsoziya xwe ya bi Kurdan re diyar bikin.”
‘PDK bi fermana dewleta Tirk tevdigere’
Ronak Mecîd bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Sêmalkan û wiha got: “Ji ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, heta Tirkiye erê neke, PDK deriyê sînor venake. Venekirina sînoran, ji bo gihandina alîkariyên ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê, zehmetiyek zêde çêdike. Gelek caran destûr nayê dayîn mirov jî di deriyê sînor re derbas bibin. Ji ber wê gihandina alîkariya zor e û em neçar bûn tenê bi riya pere alîkariyê kom bikin. Lê belê xelkê Başûrê Kurdistanê yekdeng in û daxwaz dikin ku deriyê sînor were vekirin û alîkariyê bighînin Rojavayê Kurdistanê.”