Partiya DEM’ê wê di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê mîtîngekê li dar bixe

Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan da xuyakirin ku ew ê di 13'ê Hezîranê de li Colemêrgê li dijî polîtîkayên qeyûm mîtîngekê lidar bixin û got " Em bang li her kesî dikin ku bêne beşdarî mîtîngê bibin."

  Navenda Nûçeyan-Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, li navenda Giştî ya DEM Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Dogan destnîşan kir ku divê di serî de navê hiqûqa bi kurdan re û hiqûqa bi hemû nasname û rengên din de bê diyarkirin û zelalkirin. Ji ber ku dîmenên di  Colemêrgê de derket holê siyaseta li dijî kurdan û rengên din pir aşkere dike. Nîşan dide ku li Kurdistanê mêtîngerî çiye û çawa pêş dikeve. Nîşan dide ku kolonyalizm çiye û çawa pêş dikeve. Dema mêtîngerî û kolonyalîzmê wekî ders bidin divê van mînakên dawî bidin. Em careke din dipirsin. Hûn li ser kijan hiqûqê axivîne. Wekî DEM Partiyê me di 31'ê adarê de piştî hilbijartinê serkeftinek bi dest xist. Li şûna hûn hurmet û rêzê nîşanî encama hilbijartinê bidin, Serokkomar Erdogan bi xwe li dijî vîna gelê Colemêrgê gotinên ku gotin hemû rastî û feraseta qeyûm nîşanî me dide." 

 Ayşegul Dogan destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm îflas kirine û wiha axivî: "Serokomar û serokê AKP’ê Erdogan dibêje 'Qanûn û huqûq tune ye'. Em jî dibêjin hiqûqek dualî li vir heye. Li vir hiqûqa dijmin heye. Tişta ku li Colemêrgê tê kirin li tu deran nayê kirin. Em dibînin ku pergala qeyûm îflas kiriye. Li Hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" 19 sal û 6 meh ceza birîn. Heta beriya 5'ê heziranê der barê wî de tu tişt tune bû. Ji nişka ve lêpirsîn vekirin û ceza birîn. Ewil binçav kirin û 48 saetan di bin çavan de hiştin. Der barê karê şaredariyê de tu tişt jê nepirsîn. Bêyî îfadeya wî bigirin û pirsan jê bipirsin di bin çavan de hiştin." 

‘Hiqûq û zagon li gorî hêzê û îktîdarê teşe digire’

Ayşegul Dogan da zanîn ku YSK'ê li pêş namzetiya Mehmet Siddik Akiş nebû asteng û wiha axivî: "YSK tu astengî û pirsgirêkê li pêşiya namzetiya Mehmet Siddik Akiş nedît. Lê em dibînin ku kesên naxwazin bibin şaredar heye. Dibêjin hûn dikarin bibin namzet, lê hûn nikarin bibin Hevşaredar. Ev çawa hiqûq û çawa zagon e. Hiqûq û zagon li gorî hêzê û îktîdarê teşe digire. Daraz hem siyasî kirine û hem jî xistine destê kesekî. Der barê Mehmet Sıddık Akiş de di sala 2009’an de dozek vebû. Wê demê ew Hevserokê BDP'ê yê Colemêrgê bû. Di 2009’an de dosya vekirin û di 2010’an de kirin doz. Di  2011’an de girtin. Piştî salekê li girtîgehê ma, di sala 2012’an de serbest hat berdan. Dozeke ku delîl û belgeyê wê tune ye. 60 danişîn hatin dîtin lê encam derneket. Di sala 2014’an de doz ji nûve zindî kirin. 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran, dosyayê bi bêerkdariyê dewrî dadgeha Colemêrgê kir. Vê dosyayê 20 caran heyeta dadgehê guhert. Heta niha her carê 6 mehan navber dan danişînê. Piştî hilbijartina 31'ê adarê bi lez û bez dîsa dosya nû kirin û taloqî 5'ê hezîranê kirin. 

‘Hurmetê nîşanî vîna gelê Colemêrgê bidin’

Ayşegul Dogan, da zanîn ku tenê sucekî Mehmet Siddik Akiş heye û wiha pêde çû: "Tenê sucekî Siddik Akiş heye. Ew jî ji ber hilbijêrekî Kurd e. Ji ber Hevşaredarê Colemêrgê ye. Wekî din tu sucê wî tune ye. Em bang li rayedaran dikin ku hurmetê nîşanî vîna gelê Colemêrgê bidin. Em ê di 13'ê hezîranê de saet di 15.00’an de li Colemêrgê mîtînga mezin pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku bêne beşdarî mîtîngê bibin. Em ê dîsa di 14'ê Hezîranê de jî li pêş Şaredariya Akdenîz ya Mêrsînê hevdîtina gel pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mîtîng û hevdîtinan bibin."