Parlementerên HDP’ê: Li dijî tecrîdê bibin deng

Parlementera HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya, diyar kir ku Tirkiye bi polîtakayên tecrîdê tevayî welat vegerandiye girtîgehek vekirî û bang li hemû civakê kir ku li dijî tecrîdê dengê xwe derbixin.

Enqere – Nobeta edaletê ya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo dawî anîna tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 24’an de ye.

Parlementerên HDP’ê Şevin Coşkun, Gülistan Kılıç Koçyiğit, Murat Sarısaç, Kemal Peköz, Murat Çepni, Hasan Ozguneş, Nusrettin Maçîn, Îmam Taşçier, Ali Kenanoglu, Erdal Aydemîr, Muazzez Orhan, Dilşat Canbaz Kaya, Zûleyha Gülüm û Celadet Gaydali beşdarî nobeta edaletê ya îro bûn.

‘Tecrîdek dijwar û mutleq tê jiyîn’

Palementera HDP’ê ya Stembulê Dilşat Canbaz Kaya di nobetê de axivî û bal lê kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û herdû girtiyên din ev bi salan e bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin nekirine û anî ser ziman ku zagona bingehîn li gora kesan tê pêkanîn. Dilşat Canbaz Kaya wiha got: “Em zîhnyeta ku îro li hemû girtîgehan tê meşandin dizanin. Di demekê de ku girtî û hikumxwar dikarin bi telefonê bi malbat û parêzerên xwe re biaxivin, dikarin hevdîtinê bikin Îro li Îmraliyê heman tişt nîn e. Yanî li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdeke giran heye. Divê em civak bi hev re li dijî vê tecrîdê rabin. Tecrîda girankirî ne tenê li Îmraliyê her wiha li ser tevahiya civakê tê meşandin."

‘Hemû civak di bin tecrîdê de ye’

Dilşat Canbaz Kaya, da zanîn ku li girtîgehan zêdeyî 605 girtiyên nexweşên wan giran in hene û bi bîrxist ku tedawiyên wan nayên kirin û li hemû girtîgehan tecrîdek dijwar tê jiyan kirin. Dilşat Canbaz Kaya wiha dom kir:

“Tecrîd ne tenê li girtîgehan e, li ser hemû civakê ye. Der barê mafê bingehîn yê azadiya jinan de dema ku em daxuyaniyekê didin ji aliyê polîsan ve em tên dorpêç kirin. Daxwaza hemwelatiyê wekhev a Elewiyan jî di bin tecrîdê de ye. Îro bi daxuyaniyan dora wan bi polîsan tê dorpêçkirin û cih namîne, dema ku jin ji bo azadiya xwe jî daxuyaniyan didin bi dorpêça polîsan re rû bi rû dimînin. Ciwan, karker bi heman awayî di bin tecrîd û tengaviyê de ne. Dema ku em ji vê derê lê meyze dikin, em dibînin ku welat veguheriye girtîgehek vekirî û welat di bin tecrîdê de ye. Derbarê jin, ciwan, Elewî, bawerî, Kurdan de hemû civak di bin tecrîdê de ye. Em dizanin rêya şikandina vê li ku derê ye. Li dijî vê yekê bêdengbûn, tê wateya ku hemû civak di nava tecrîdê de bimîne.”

Banga îtîrazê

Dilşat Canbaz Kaya diyar kir ku gelek kesîmên civakê ji ber daxwazaên xwe anîne ziman tên darazandin. Li dijî vê yekê banga têkoşînê kir û got: “Em weke koma HDP’ê em bang li jinan, ciwanan, Elewiyan, karkeran, bindestan dikin ku li ber tecrîda li Îmraliyê rabin. Ji ber ev tecrîd li dijî me hemûyan tê pêk anîn û belavî tevahiya welêt bûye. Em daxwazên xwe dubare dikin. Bila destûr bê dayîn ku Birêz Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne."