Parlamentoya Ewropayê daxwaz kir ku kurtaj di Danezana Mafên Bingehîn de cih bigire

Piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryara betalkirina doza “Roe v. Wade” da, Parlamentoya Ewropayê xwest kurtaj di Danezana Mafên Bingehîn de cih bigire.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Dadgeha Bilind a Amerîkayê biryara betalkirina doza “Roe v. Wade” ya ku li seranserê Dewletên Yekbûyî mafê kurtajê dabû jinan, Parlamentoya Ewropayê xwest kurtaj di Danezana Mafên Bingehîn de cih bigire.

Parlamenterên Ewropayê daxwaz kirin ku mafê kurtajê li qanûnên parastina mafên mirovan û qanûnî yên li Yekitiya Ewropayê were zêdekirin.

Parlamentera swêdî Hêlîn Frîtzon di daxuyaniyekê de wiha got: "Divê her jinek li Ewropayê xwedî mafê biryardanê be têkildarî jiyana xwe. Mesele ne siyaset, bîr û bawerî û olî ye, mesele bijardeyek azad a takekesî ye û divê her dem wiha be."