Parlamenterên Îranê bi daxuyaniyan hewl didin pêşî li îdamê vekin

Li Îranê û Rojhilat tevî hemû êrîşên rejîmê jî serhildana ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir didome. Parlameneter dixwazin çalakger werin îdamkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyên ku dest pê kiribûn didomin. Bi çalakiyên ku veguherîne serhildanê, kolan û bi taybetî zanîngeh bûne qadên serhildanê.

Li Merîwana Rojhilatê Kurdistanê duh gel li kolanan bû. Bi sedan kes çûn serdana gora Nesrîn Qadirî. Li ser gorê kekê Nesrîn, Ako Qadirî axivî û diyar kir ku ew hê jî li benda daxuyaniya tiba edlî ne. Piştî merasima li goristanê hat diyarkirin ku rejîma Îranê Ako Qadirî binçav kiriye.

Sine bûye bajarê serhildanê

Sine bi tevahî bûye qada serhildanê. Li bajar ciwanan li kolanan agir vêxistin û rê li trafîkê girtin. Li bajarê Kamîranê gelek xwendekar bi dirûşma jin jiyan azadî meşiyan. Li zanîgeha Sineyê xwendekar û hîndekar boykota xwe didomînin. Li zanîngehên din ên Îranê jî çalakiyên boykotê didomin.

Li Zahidan, Belucistan û Sistanê jî dikandar bi girtina kepengan kesên hatine qetilkirin bi bîr tînin

Parlamentoya Îranê daxuyaniyek tund da

Parlamenterên li parlamentoya Îranê jî daxuyaniyek hevpar dan gotin ku çalakger dijminên xweda û civakê ne û ji darazê xwestin werin cezakirin. Ji ber îfadeya wan a di daxuyaniyê de, gelek kesan şîrove kirin ku parlamento ji bo çalakgeran îdam dixwaze. Li Îranê sûcê ku navê “Neyariya Xweda” lê hatiye kirin cezayê wê îdam e.

227 parlamenteran îmze kirin

Di rûniştina parlamentoyê de 227 parlamenteran îmze avêtin bin belavokê. Di belavokê de têkildarî çalakiyên ku weke “serhildan” hatine binavkirin, hat îdiakirin ku DYA û dijminên din ên Îranê derketine meydanê.

Berê jî yek ji kesên îslama radîkal ên Îranê Ahmed Hatemî jî têkildarî kesên ku hatibûn girtin bang li rayedarên darazê kiribû ku ji bo ew kes careke din çalakiyan nekin çi pêwîst be were kirin. Li eyaleta Sistan-Belucistan a li bakur rojhilatê Îranê jî du kesên ku bi îdiaya muxalifiya rejîmê û endamtiya "Ceyşul Adl" dihatin sûcdarkirin hatin îdamkirin. Rêxistina Aktivîstên Beluc ên a li Îngîltereyê, ragihand ku li Îranê sala borî 79 kesên Belûc bi sûcdariyên cuda hatine îdamkirin.