Parêzvanên mafên mirovan dê ji bo Şerîfe Mihemedî dest bi greva birçîbûnê bikin
Parêzvana mafên mirovan Parêzer Nesrîn Setûde û girtiyê siyasî yê berê Ferhad Mîsemî ragihandin ku li dijî cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî dê dest bi greva birçîbûnê bikin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/10/20241010-20241010-690x390cc-mrk-10-10-2024-serife-muhamedi-ici-aclik-grevine-girecekler-jpg040fd7-image-jpg510e1d-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Nesrîn Sentûde û Ferhad Mîsemî ragihan ku eger biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî neyê betalkirin ewê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Nesrîn Sentûde û Ferhad Mîsemî ragihan ku eger biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî neyê betalkirin ewê dest bi greva birçîbûnê bikin û destnîşan kirin ku ewê çalakiya xwe ya birçîbûnê li ber Dadgeha Şoreşê lidar bixin.
Girtiyê siyasî yê berê Ferhad Mîsemî, parêzer û parêzvana mafên mirovan Nesrîn Setûde têkildarî biryara darvekirinê ya ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya li Girtîgeha Evîn daxuyaniyek weşandin.
Sentûde û Mîsemî ragihan ku eger biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî neyê betalkirin ewê dest bi greva birçîbûnê bikin û destnîşan kirin ku ewê çalakiya xwe ya birçîbûnê li ber Dadgeha Şoreşê lidar bixin.