Parêzvana mafên mirovan a Mexribî Sureyya Bouabîd Koça dawî kir
Parêzvana mafên mirovan a Mexribî Sureyya Bouabîd a ku zêdetirî 25 salên jiyana xwe ji bo pêşxistina çanda mafên mirovan terxan kir, koça dawî kir.
Navenda Nûçeyan – Koordînatora Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Mexribê Sureyya Bouabîd, piştî ku zêdetirî 25 salên jiyana xwe ji bo pêşxistina çanda mafên mirovan terx kir, îro koça dawî kir.
Her dem Sureyya di nava xebat û têkoşînê de bû
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Mexribê, têkildarî koça dawî ya Sureyya Bouabîd peyamek parve kir û got: “Bi koça dawî ya wê re, rêxistina me û tevgera parêzvanên mafên mirovan têkoşînvaneke bi hêz ku di tevahiya jiyana xwe ya pîşeyî de bi prensîbên xwe û têkoşîna mafên mirovan ve girêdayî ma, winda kir. Tevî ku bi pirsgirêkên tenduristiyê û nexweşiyan re têdikoşiya jî, ji bo nirxên mafên mirovan û parastina kesên rastî binpêkirinan tên, qet dev ji xebata xwe berneda."
Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku Sureyya Bouabîd bi têkiliyên mirovî yên xurt û berfireh ên bi endam, hevkar û her kesê ku di her kêliya jiyana xwe de nas dikir re, derket pêş.
Ji bo mafên mirovan têkoşîneke dirêj
Sureyya Buabîd, di sala 1997’an de tevlî şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Mexribê bû. Sureyya Bouabîd kariyera xwe wekî koordînatora kampanyayan û çalakiyan dest pê kir û ji sala 2002'yan û vir ve berpirsiyariya bernameya perwerde û hişyarkirina mafên mirovan girt ser xwe. Sureyya Bouabîd, pişt re bû Rêvebera Bernameya Perwerdehiya Mafên Mirovan a şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Mexribê.