Salek cezayê girtîgehê li Nêrgis Mihemedî hat birîn

Salek cezayê girtîgehê li Aktîvîsta Xelata Nobelê ya Aştiyê Nergis Muhammedî hat birîn.

Navenda Nûçeyan-Parêzerê çalakvana jin Mustafa Nîlî di daxuyaniya li ser X’ê parvekir de got: “29’emîn Daîreya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi sûcdariya ku Negîs Muhammedî "propagandaya li dijî dewletê kiri”ye salek cezayê girtîgehê lê birî.”

Çalakvana 52 salî ku ji Mijdara 2021’an û vir ve di girtîgehê de ye, di nava 25 salan de ji ber li dijî ferzkirina nixumandina bi zorê û cezayê darvekirinê derketiye gelek caran hatiye girtin û mehkûmkirin.

Nergîs Muhammedî daxwaz kir ku rûniştin ji raya giştî re vekirî be, lê ev daxwaz hat redkirin. Ji ber vê sedemê Nergîs Muhammedî beşdarî rûniştinên ku di 8’ê Hezîranê de destpê kiribûn nebû. 

Parêzer Nîlî da zanîn ku Nergîs Muhammedî ji ber gotinên der barê rewşa Dîna Galîbaf kiribû û boykotkirina hilbijartinên parlementoya Îranê yên meha Adarê tê darizandin. Rojnamevan Dîna Galîbaf di meha Nîsanê de ji aliyê polîsan ve rastî êrîşa zayendî hatibû û hatibû girtin. Rojnamevan piştre hat berdan. 

Nergîs Muhemedî di meha Adarê de peyamek bideng ji girtîgehê belav kir û “şerê mezin ê li dijî jinan” a ji hêla Komara Îslamî ya Îranê ve tê meşandin şermezar kiribû. 

Li Îranê ji Şoreşa Îslamî ya 1979’an û vir ve qanûna tund a cilûbergan ku di nav de ku divê pora xwe veşêrin jî heye li ser jinan tê ferzkirin.