Parêzer Jiyan Kaya: Êrîşên nijadperest ne şexsî pergalî ne
Parêzer Jiyan Kaya êrîşên li dijî Kurdan nirxand û diyar kir ku girtina dest a bûyeran wek ‘şexsî’ pirsgirêka pergalî vedişêre û got: “Aştiya civakî tenê dema ku hemû nasname tê xwedî hesta aydiyet û ewlehiyê bin pêkan e.”
ELÎF AKGUL
Stenbol – Piştî êrîş û gefên li Zonguldak û Duzceyê li dijî karkerên Kurd ê çandiniyê yên demsalî, bûyera di dema maça Kocaelispor-Amedsporê ya li Kocaeliyê de ber bi trîbunên Amedsporê ve ‘Torbeyê zer’ dihat hejandin bû rojev.
Hat diyarkirin ku li navçeya Alapli ya Zonguldakê, zêdetirî 70 karker û malbatên wan ên ji Şirnexê rastî êrîşê hatine. Walîtiya Zonguldakê bûyer weke ‘nakokiya şexsî di navbera malbateke karkerên çandiniyê yên demsalî ku hatine herêmê û malbatek li gund dijî’ de bi nav kir. Walîtiya Duzceyê jî êrîşa li ser karkerên ji Mêrdînê hatibûn weke ‘bûyereke kesî ya ewlehiyê’ bi nav kir. M.A. ku tê îdiakirin bi kêrê gef li karkeran xwariye, hat girtin.
Her çendî Walîtiya Duzceyê îdia kir ku ‘di bûyerê de tu êrîşek li dijî nasnameya karkerên çandiniyê yên demsalî çênebûye’, karkeran diyar kirin ku heqaret li wan hatiye kirin û gef li wan xwarine û ji wan re gotine, ‘Ji vir derkevin, em we li vir naxwazin.’
Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr jî êrîşên li Zonguldak û Duzceyê bir rojeva Meclîsê. Nejla Demîr ji Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çîftçî pirsên ka di bûyeran de cudakarî yan jî nefret heye an na kir û got gelo ji bo ewlehiya karkeran çi tedbîr hatine girtin?
Piştî van geşedanan, di hatina beramberî hev a maça Kocaelîspor-Amedsporê ya di 24’ê Tebaxê de, hinek alîgirên Kocaelîsporê ber bi trîbunên Amedsporê ve ‘torbeyê zer’ hejandin, ev yek rastî bertekên tund hat.
Serdozgeriya Giştî ya Kocaeliyê ragihand ku ji bo 5 kesên nasnameya wan ji dîmenên vîdyoyê hatiye diyarkirin, fermana girtinê hatiye dayîn. Dozgeriyê diyar kir ku lêpirsîn bi sûcê ‘tehrîkkirina nefret û dijminatiyê di nava gel de’ ya di çarçoveya Yasaya hejmar 6222’yan a li gorî xala 216’emîn a Yasaya Ceza ya Tirkiyeyê (TCK) hatiye sererastkirin tê meşandin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê jî bertek nîşanî bûyerê dan.
‘Nirxandina bûyeran wek ‘şexsî’ êrîşên nijadperestiyê vedişêre’
Parêzera Komîsyona Dij-Nijadperestî û Cudakariyê ya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan Jiyan Kaya, têkildarî êrîşên li dijî nasnameyan û ji bo civakîbûna aştiyê divê ev êrîş çawa bên destgirtin ji ajansa me re nirxandin kir.
Parêzer Jiyan Kaya da zanîn ku divê êrîş weke bûyerên şexsî neyên nirxandin û wiha got: “Bi rastî, mirov dikare bibêje ku êrîşên nijadperest di vê erdnîgariyê de sîstematîk in. Ji ber pirsgirêkeke pergalî heye. Ev pêvajoyek e ku her sal em dubare dijîn. Em gelek êrîşên bi vî rengî bi taybetî di van mehan de, li dijî karkerên demsalî û kesên ku nasnameyên wan li derveyî îdeolojiya fermî ne dijîn.”
Jiyan Kaya, nasnameyên ku ji derveyî îdeolojiya fermî tê çi wateyê, ragihand û got: “Ger hûn ne Tirk, Sunî, yan Misilman bin, hûn bi rastî li derveyî parastinê dimînin û di her kêliyê de bi metirsiya ku bibin mijar an hedefên êrîşek re rûbirû ne. Ev hinekî pirsgirêka ku em her sal dijîn e.” Jiyan Kaya bal kişand ser bûyera ku dişibe ya Zonguldak û Duzceyê ya di maça Kocaelîspor-Amedsporê de hat dîtin û got: “Piştî bûyera hem li Zonguldakê, hem li Duzceyê ku wekî bûyereke ‘şexsî’ hat ragihandin, di maça Kocaelîspor-Amedsporê de dîtina heman êrîşa nijedperestî, nîşan dide ku pirsgirêkek pergalî ya kûrtir e. Ragihandina bûyerê weke bûyereke ‘şexsî’ van êrîşên nijadperestî yên cudakar vedişêre.”
‘Pergaleke civakî ya ku hemû nasname hesta aydiyek û ewlehiyê tê de hîs bikin pêwîst e’
Jiyan Kaya anî ziman ku avakirina aştiya civakî ji bo mayîndebûna pêvajoya aştiyê girîng e û aştiya civakî wek ‘pergaleke civakî ya ku hemû nasname hesta aydiyet û ewlehiyê tê de hîs bikin’ pênase kir û wiha got: “Wek Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê, me di salên borî de gelek gilînameyên sûc di vî warî de kirine. Taybetmendiyeke hevpar a hemû gilînameyên sûc ên ku me li dijî rayedarên dewletê, siyasetmedar, rojnamevan û kiryarên tundiyê kirine, di encama gilî de bi neşopandinê bi encam dibin heye. Ev bi rastî daneyan dide me.”
‘Gotinên nefretê gelek caran weke azadiya derbirînê tên binavkirin’
Jiyan Kaya bal kişand ser pêvajoyên dadweriyê û ev tişt got: “Vana bi rastî pirsgirêkeke pergalî derxistin holê û nîşan dan ku dadwerî pergalek e kiryarên tundiyê yan kesên ku bi gotinên nijadperest an nefretê mijûl dibin diparêze. Gotinên nefretê gelek caran weke azadiya derbirînê tên binavkirin. Lê belê ev di rastiyê de li gorî yasayê sûc e.” Jiyan Kaya diyar kir ku awayê lêkolîna bûyeran girîng e û got: “Em dibînin her bûyerek bi awayê şexsî tê nirxandin û ger êrîşek hebe, doz wek êrîşek ji rêzê tê destgirtin, an jî ger heqaret hebe, ew tenê bi aliyê heqaretê tê çareserkirin û lêpirsîn li ser axaftina nefretê yan axaftina nijadperest a têkildar nasekinin.”
Jiyan Kaya, destnîşan kir ku ragihandina ‘bûyera şexsî’ di heman demê de nîşaneyek li ser pêvajoyên lêpirsînê ye û wiha got: “Ev ragihandina ‘bûyera şexsî’, di rastiyê de nîşan dide ku gotinên nijadperest dê dîsa ji çarçoveya vê lêpirsînê bên derxistin. Ger di bûyerê de heqaret an birîndarî tunebe dê bi neşopandinê bi encam bibe.” Jiyan Kaya, bal kişand ser girîngiya helwesta rayedarên dewletê ya avakirina aştiya civakî, di pêvajoya aştiyê de û got: “Êrîşên bi vî rengî hewce ye bi baldarî bên lêkolînkirin û cezakirin. Ez bawer dikim ku avakirina civakek ku hemû kes bikaribe xwe têde bi ewle hîs bike bi vî awayî bê avakirin.”
‘Di avakirina aştiyê de zimanê tê bikaranîn divê diyarker be’
Jiyan Kaya bal kişand ser bandora civakî ya zimanê ku siyasetmedar bi kar tînin û got: “Li aliyekî gotinên siyasetmedaran ku dabeşbûnên di civakê de kûrtir dikin heye. Bi salan e, em demên ku êrîşên nijadperest ji ber vê dabeşbûnê zêde bûne dijîn. Mixabin, ev êrîş ne cara yekem e tên jiyîn. Îro em behsa êrîşên ji ber nasnameyê ku li ser Kurdan tên kirin dikin. Lê li vî welatî, em gelek caran li ser medyaya dîjîtal rastî gotinên nefretê yên li dijî Ermenî, Romen, an Cihûyan hatine. Ev nîşan dide ku bandorek mezin a siyasetmedar, akademîsyen û hunermendên ku rêberiya civakê dikin heye. Bi gotineke din, em di pêvajoya avakirina aştiyê de çiqas bi awayekî erênî vî zimanî ava bikin, ewqas zûtir û hêsantir dê aştiya civakî pêk bê.”