Parêzer Beşîra Cemal Dîn: Pêvajoya aştiyê bê pêşengiya Ocalan nabe

Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemal Dîn, destnîşan kir ku jinên Kurd çavkaniya têkoşîn û berxwedanê ji fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girtine û bang li jinan kir ku azadiya fîzîkî ya Ocalan mîsoger bikin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 27 ‘ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan banga dîrokî kir û vê bangê rê li ber nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê vekir. Têkildarî vê mijarê hevseroka Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzer Beşîra Cemal Dîn ji ajansa me re nirxandin kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide rê li ber pêvajoya aştiyê bigre.

Beşîra Cemal Dîn got: “Rêber Ocalan li Rojhilata Navîn xwedî teoriyeke nû ye, ew jî teoriya hevgirtina gelan e. Felsefeya wî li seranserê cîhanê belav bûye û her kes baweriya xwe bi raman û felsefeya wî tîne. Jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li tevahî cîhanê hevgirtina xwe ava kir û fikrên rêbertî yên der barê jinan de pîroz dibînin. Ji ber ku felsefeya wî ya azad maf da jinan di nava civakê de ku bi feraseta mêr a serdest re têbikoşin.”

‘Ji bo pêkanîna aştiyê pêvajoya têkoşînê didome’

Beşîra Cemal Dîn destnîşan kir ku banga Ocalan bangeke dîrokî ye û wiha got: “Ocalan bi banga dîrokî ya ji bo aştiyê têkoşîna çekdarî veguherand têkoşînek siyasî û ev di vê qonaxa dîrokî de girîng e lê mixabin, dewleta Tirk hî jî tecrîdê li ser Rêber Ocalan ferz dike. Em wek parêzer daxwaz dikin ku Rêber Ocalan bê şert û merc serbest bê berdan. Di heman demê de em bang li rêxistinên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî dikin ku li gorî mafên mirovan tevbigerin. Mafê azadiya fîzîkî ji Ocalan re mafekî rewa ye û pêwîst e ji zindana Îmraliyê were derxistin. Bi taybetî ji ber ku temenê wî ji 70’yî derbas bûye, li hemû welatên cîhanê ev zagon der barê temen de tê esasgirtin û pêkanîn. Em bang li hemû jinan û tevahî cîhanê dikin ku dengê xwe bilind bikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ê xwediyê felsefeya azad e bikin.”

Bê pêşengiya Ocalan ji vê pêvajoyê re aştî ne pêkan e’

Beşîra Cemal Dîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi jinan ve girêdayî ye û wiha got: “Ji ber ku di dîrokê de tu kesê ji bo doza jinan û xelasiya wan ji qeyd û bendên feraseta otorîter ewqas nirxandin nekiriye. Rêber Ocalan bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” riya jinan ronî kir û hevgirtinek cîhanî di navbera jinan de ava kir. Lewma hemû jin fikir û ramanên Ocalan çavkaniya têkoşîn û mîsogeriya azadiyê dibînin û pênase dikin. Îro azadiya fîzîkî ya Ocalan erkeke wîjdanî ye û yên ku xwedî li vî erkê derkevin jin in. Pêvajo pêvajoyek hesas e, bê pêşengiya Ocalan ji vê pêvajoyê re aştî ne pêkan e.”