Parêzer Aryen Turan: Em ê gotina xwe bidomînin
Parêzerê OHD'ê Aryen Turan ê ku piştî binçavkirinê sewqî dadgehê hat kirin û hat berdan, peyama "Em ê gotinên xwe bidomînin" da.
Îzmîr - Parêzer Aryen Turan ê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Îzmîrê ku duh êvarê li Îzmîrê hat binçavkirin û wê birin Şaxa TEM'ê ya Çankayayê, danê sibehê sewqî edliyeyê hat kirin. Aryen Turan ê ku piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Edliyeya Cezayê ya Sûlhê hat kirin, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat berdan. Aryen Turan li ber edliyeyê ji aliyê endamên Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê ve hat pêşwazîkirin.
Aryen Turan a dema ji edliyeyê derket der barê tiştên ku hatine jiyîn de axifî, spasiya hemû hevkarên xwe, nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan ên ku piştgirî dan wê kir û got; “Weke parêzer erka me ye ku em der barê tiştên qewimîne de lêkolîn û lêpirsînê bikin. Erka dewletê ye ku li ser wan lêkolîn û lêpirsînê bike. Em ê gotinên xwe berdewam bikin."