Parêzbendiya parlamentera HDP'ê Semra Guzel hat rakirin
Parêzbendiya parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel bi du fezlekeyan hat rakirin. Parlamenterên HDP'ê ev biryar şermezar kirin û Desteya Giştî terikandin.

Navenda Nûçeyan – Biryara ku di komîsyona têkel de ji du fezlekeyên ku der barê rakirina parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de hatibûn amadekirin, di Destaya Giştî ya Meclisê de hat nîqaşkirin. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî beşdarî Desteya Giştî bûn. Parastina Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Oluç 3 saetan berdewam kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî beşdarî Desteya Giştî bû. Di dengdayina ku piştî parastinê hat kirin de, ji bo fezlekeya ewil a der barê Semra Guzelê de ji 379 dengan 313 deng erê û 52 deng jî na bû.
Biryar hat şermezarkirin
Di dengdayînê de ji bo fezlekeya dudoyan a rakirina parêzbendiya der barê Guzelê de jî 379 dengan 327 deng erê û 52 dengên jî na hatin bikaranîn. Parlamenterên HDP’ê ev biryar şermezar kirin. parlamenterên HDP’ê bi çepikan Desteya Giştî terikandin. Piştî rakirina parêzbendiya dê dosya ji Wezareta Dadê re bê şandin. Piştî wezaret dosyeyê ji dozgeriyê re bişîne dê pêvajoya darazê dest pê bike.
Saruhan Oluç parastinê kir
Serokwekîlê Koma HDP'ê Saruhan Oluç ku ji bo rakirina parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î di Desteya Giştî ya Meclisê de parastinê bike li ser kursiyê axivî, pêvajoyên dîrokî yên pirsgirêka Kurd bi bîr xist û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê û peymana Dolmabahçeyê ji bo çareseriyê derfet bûne lê ev derfet ji aliyê hikûmetê ve hatine hebakirin. Di parastinê de bi bîr xist ku çîroka Semra Guzel çîroka tevahî gelê Kurd e.