Pankarta ku Gulistan Doku di her roja 8’ê Adarê de radikir îsal dê xwişka wê rake

Pankarta Gulistan Doku ya “Tu qîr bike ku tundî raweste” di her 8’ê Adarê de radikir dê îsal xwişka wê Aygul Doku wê pankartê rake.

Enqere - Malbata Gulistan Doku ya ku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dersimê winda bû, çalakiya xwe ya edaletê ji Dêrsimê birin Enqereyê. Malbata ku bi rojan e di bin tundî û zextên polîsan de hewl dide şêwrên xwe bidomîne dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jî li aqubeta Gulistan Doku bipirse.
“Ez ê bibim dengê gulistanê”
Aygul Doku got ku xwişka wê di her 8’ê Adarê de li qadan bû û dowiza “Tu qîr bike ku tundî raweste” vedikir, diyar kir ku dê ji niha û pê ve ew pankarta ku xwişka wê radikir di her roja 8’ê Adarê de ew hilbigre.
Aygul Doku wiha axivî: “Ez ê bibim dengê Gulistanê. Heta ku ez bêhnê bistînim, pankarta wê dê di destên min de be. Dema Gulistanê ew pankart radikir li ser navê hemû zindiyan radikir. 
Daxwaza min jî ji hemû zindiyan ew e ku Gulistanê di tariyê de nehêlin. Heq nake ku di tariyê de bimîne, kes heq nake.”