Panela jinên ciwan bi dawî bû

Panela Yekîtiya Jinên Ciwan û Jinên Ciwanên Tekoşer yên başûrê Kurdistanê ku li navenda Şengalê lidarxistin bi dawî bû.

Şengal- Di rûniştina duyemîn de ya panela Yekîtiya jinên Ciwan yên Şengalê û Jinên Ciwanên Tekoşer yên başûrê Kurdistanê de  ku di bin sîwana pêngava`Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî` bi dirûşma `jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî` hatiye lidarxistin de, Hilwa Feqîr li ser navê meclisa Şengalê semîner li ser pêngava azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rolê jina Êzidî da.

Endama Meclîsa Şengalê Hilwa Feqîr semînera pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan da û di serî de wiha got: Serok APO ji zaroktiya xwe de zihniyeta ku civakê birêve dibe û zilmê lê dike dît û li hemberî wê jî şer kir. Tunekirina ziman qebûl nekir, koletiya jin qebûl nekir û li hemberî wê serî rakir. Ta ku tekoşîn û berxwedaniya serok heta roja îroj hat.  Serok li himberî hemû tunebûn û zilmê sekinî. Her kesekî ku fikrê serok nas kir li himberî dewleta desthilatdar ya tirk serî rakirin û bûn hêz. Piştî naskirina serok dagirkeran xwestin serok Apo tune bikin lê, nekarîn.

Li ser navê ciwanên tekoşer yên başûrê Kurdistanê Şatûn Mihemed axaftin hate kirin û wiha got: `Di nava civaka me de pir guhertin çêbûn ew zora dijmin. Xwestin bi riya ziman, çand û gelek şêweyên cwida me têk bibin. Dixwazin bi riya medya civakî ciwanan tne bikin. Lê riya azadî û xwe parastinê me bi fikirê serok APO nas kir. Me fam kir ku tenê bi riya jiyana netewa demokratîk em karin jiyanek aram ava bikin û xwe ji hemû ferman û tunebûnê biparêzin.”

`Îro em bi fikirê serok Apo xwedî hêzin`

Endama Fermandariya Şengalê Jiyanda Êzîdxan jî di panêlê de axivî û wiha got: `Îro ger ku em weke jinên ciwan kom bûne û tecrîda  li ser serok dinirxînin, panêlekî ewqas bihêz em lidar dixin ev nîşaneya hêza me ye û gav avêtina me jina ye. Ger ku berê hêzekî me weke YJŞ`ê yan yekîtiya me ciwanan heba wê tucarî ferman nehata serê civaka me. Fermana ku me jiyan kir em tu carî jibîr nakin. Îro her ciwanekî ku livir rûniştiye xwedî nerîn û fikrekê ye ji bo serok Apo. Ev fikrandinekî pîroz e.”

`Divê jinên ciwan pêşengê hemû jinan bin`

Jiyanda di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tekoşîna Îmraliyê ji ya civakê ne qute û wiha got: `Tecrîda ku li ser serok Apo tê meşandin, îro li ser me jî tê meşandin. Tişta ku li wir tê jiyan kirin ne kême û em jê ne dûrin. Armanca dagirkeran ewe ku serok Apo ji me dûr bixin. Lê wê tucarî negihîje armanca xwe. Serok Apo li Îmraliyê tekoşîn dike em jî li vir bi wî fikirî tekoşîn dikin.”

`Emê tekoşînê ta azadiyê bikin`

Endama Yekîtiya Jinên Şengalê Hala Şengalî axîvî û da zanîn ewê ji bo azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan tekoşîn bikin û wiha got: `Îro ev kombûna me bi fikirê serok Apo ye, em çi jî bikin ji bo serok Apo kêm e. Em ê xwe perwerde bikin û xwe birêxistin bikin û hemû jinên ciwan jî bixwe re ber bi pêşve bibin. Ji bo azadiya fîzîkî ya serok Apo emê tekoşîn bikin. Ta ku em serok Apo li Şingalê di nava xwe de bibînin.`

`fikrê serok Apo û yê civaka me ji hev ne dûre`

Endam Koordînasyona Jinên Ciwan ya Şengalê Evêsta Şengalî di dawiya panêlê de axivî û wiha got: `Armanca me ya sereke ji vê panêlê azadiya fîzîkî ya serok Apo ye. Tevî hemû şerê taybet jî jinên ciwan liber xwe didin û tekoşîna azadiyê dikin. Armanca serok Apo jin bibe xwedî îrade û hêz, serok Apo riyekî azad da jinê em karin bi vî fikirî û bi vê riyê de biçin û jiyana azad bijîn. Serok Apo hemû tişt da me, divê em jî bierkê xwe rabin.

Panêl bi dirûşmên `Bê serok jiyan nabe` û `Jin Jiyan Azadî` bi dawî bû.