Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’: 70 DAIŞ’î hatin girtin, cenazeyê jinek hat dîtin

Di 4 rojên Operasyona “Ewlehiya Domdar” de 70 DAIŞ’î hat girtin, cenazeyê jinek hatiye qetilkirin hat dîtin. Şervana YAT’ê Ekîn têkildarî operasyonê axivî û got ku ew ê ji bo parastina gelê xwe di nav liv û tevgerê de bin.

EBÎR MUHEMED

Hesekê – Operasyona “Ewlehiya Domdar” a ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş di 6’ê Mijdarê de li gundewar û kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, dewam dike. 

70 DAIŞ’î hat girtin, cenazeya jinek hat dîtin

Di 4 rojên borî de HSD’ê di operasyonên lêgerînê de 70 çeteyên DAIŞ’ê hat girtin, miqdarek çek û cebilxane desteser kirin. Her wiha di demjimêrên beriya rojavabûnê de, di dema kontrolkirina beşa Muhacîratan de, cenazeyê welatiyekê/î  kampa Holê hat dîtin, li gorî îtirafên yek ji çeteyan ên ku îro ji aliyê HSD’ê ve hat girtin, tê texmînkirin ku îşkence li wê hatiye kirin. Dîsa careke din alavên tundî, îşkence û belgeyên perwerdekirina zarokan ser ramanên tundrew hatin dîtin.

Di heman demê, tevî ku telîfon qedexe ne di wî beşî de ji ber ku têkiliyên wan bi şaneyên DAIŞ’ê yên razayî yên derveyî kampê re çêdibin, bi dehan telîfonên veşartî hatin dîtin û desteserkirin.

Xebatên lêgerînê duh di demjimêrên ber bi êvarî de bi serkeftî li beşa Muhacîratan bi dawî bû, wek ku ji aliyê odeya operasyonên “Ewlehiya Domdar” ve hatibû plankirin. Dê operasyon li beşên din dewam bike.

‘Metirsiyên Muhacîratan zêde dibe’

Şervana Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Ekîn Zagros a ku derbarê operasyonê de ji ajansa me re axivî, diyar kir ku gereke cîhan bikeve ferqa metirsiya kampê taybet beşê Muhacîratan a pêşerojê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Mirov hêvî nake ku ji kampa jin û zarokan teror ango xirabiyên wiha derkevin, lê ev rastiyek e û ev beş bi taybet gelek xeter e. Zarok di hundir kampê de li ser perwerde, felsefe û oleke pir radîkal û tundrew mezin dibin. Hemû amûr û alavên tundiyê û îşkenceyê çêdikin û gelek ji wan jî di operasyonê de hatin dîtin. Di heman demê de bi awayekî pispor tunelan çêdikin û tê de xwe diveşêrin. Beriya çend kêliyan me malbateke ku xwe veşartibû, girt.”

‘Operasyona me di çarçoveya cidîyeta xeteriya kampê de ye’

Ekîn Zagros wiha dewam kir: “Vê sîstemê qebûl nakin û hîna jî bi xeyala “Xîlafetê” ya DAIŞ’ê jiyan dikin. Her dibêjin em ê rojekê derkevin û em ê serê we jêbikin. Ji ber vê yekê operasyona me jî di vê cidîyetê de ye û her têne dewamkirin. Tenê ne ji bo Holê ye, ev ji bo tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê û tevahî cîhanê ye. Em pir hesas û bi pisporî nêzî mijarê dibin, em erkê xwe yê mirovî ta dawiyê pêk tînin, çi dibe bila bibe em ê operasyona xwe dewam bikin.”

Ekîn Zagros teqez kir ku ew ê bi hêz operasyona xwe dewam bikin û wiha bi dawî kir: “Sîstema ku li vir hatiye avakirin bingehê xwe ji tundrewiyê digre û ev ne hêsan e, ji ber vê yekê ta ku em vê xeteriyê kêm nekin, helbet dê operasyonên me dewam bikin. Em jî hewl didin ku di her carê de xwe xurtir bikin da ku em bi hêzeke mezin li hember terorê bisekinin û tevahî gelên herêmê biparêzin.”