Omer Ocalan hinek hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re eşkere kir

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hûrgiliyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cara ewil li meclisê eşkere kir û got: “Birêz Ocalan amade ye ku ji bo çareseriyê însiyatîfê bigre.”

Enqere- Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan di 23’ê Cotmehê de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Omer Ocalan hûrgiliyên hevdîtinê cara ewil li meclisê eşkere kir.

Omer Ocalan hûrgiliyên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re cara ewil eşkere kir. Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji Sultan Sencer heta Melîkşah, ji Îdrîsê Bedlîsî heta Yavuz Sûltan Selîm, Sûltan Abdulhamîd û Mustafa Kemal, têkiliyên Kurd û Tirkan nirxandiye û ev tişt anî ziman: “Tifaqên Kurd-Tirkan nirxand û got ku çawa Kurd û Tirk bi hev re gihîştine vê qonaxê. Her wiha tifaq, têkilî û pirsgirêkên car bi car derketin jî bi eşkereyî nirxand. Pêşniyarên wî yên çareseriyê hebûn. Got; ‘Em dikarin vê pirsgirêkê bi riyên guftûgoyê çareser bikin.’”

‘Em dikaribûn vê pirsgirêkê di sala 2000’î de çareser bikin’

Omer Ocalan, got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Di esasê xwe de em dikaribûn vê pirsgirêkê di sala 2000’î de çareser bikin. Di sala 1999’an de jî min got ez ê xizmetê ji bo çareseriya meseleya Kurd-Tirkan bikim. Min di sala 2000’î de got, niha jî dibêjim. Lê belê ev gotin kişandin aliyên cuda. Gotin; ‘Apo ji bo xwe xelas bike van gotinan dibêje.’ Hê jî em li heman cihî ne, hê jî li parlamentoyê ev mesele tê nîqaşkirin. Sal bû 2024 lê hê jî şer, neçareserî û pevçûn hene.”

‘Ez dikarim însiyatîf bigrim’

Omer Ocalan anî ziman ku moralê Rêberê Gelê Kurd xweş bûye, bihêz bûye, haya wî baş ji rojevê hebûye û bi eşkereyî got ku ew amade ye di mijara çareseriyê de însiyatîfê bigre. Omer Ocalan, wiha pê de çû: “Birêz Ocalan got; ‘Bêguman dema em di peyamên xwe de qala şert û mercan dikin, ez qala şert û mercên ji bo şexsê xwe nakim. Ez ji bo şert û mercên şexsî nabêjim; ez ji bo amadekirina zemîna çareseriyê dibêjim. Hinek rojnamegerên xwe weke ji ‘medyaya muxalîf’ nîşan didin gotinên manîpulatîf dibêjin. Hinek jê qala welatên sêyemîn kirin, hinek qala welatên garantor û hinek jî li gorî xwe nirxandinên cuda dikin. Bêguman medyaya îqtîdarê jî ji hêla xwe ve hewl da vê hevdîtinê berevajî bike lê meseleyeke cidî ye. Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; em dikarin ji hêla erênî ve, ji hêla pozîtîf ve vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke mezin a aştiyeke bi rûmet. Jixwe kesek naxwaze piştî wê bifikire.”

‘Geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne’

Omer Ocalan, wiha got: “Bêguman li ser Xezeyê axivî, li ser Rojhilata Navîn û Îsraîlê jî axivî. Der heqê Kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê de nirxandin kir. Pêşniyarên wî pêşniyarên herî maqûl bûn. Hikûmeta Tirk an jî rayedarên Tirk gelo dê li ser vê meseleyê bisekinin? Gelo dê zemîna vê amade bikin an na? Mesele hinek jî di vir de xitimî ye. Bêguman qala Rojava kir. Geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. Çend qenalên televîzyonê dişopîne û li rojeva xwe serwext e.”

‘Behsa tevahiya Rojhilata Navîn kir

Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala Ermenan, Suryanan, Êzidiyan kir. A rast qala tevahiya Rojhilata Navîn kir. Ji bo hemû cudahiyan got ku dewlemendî ne. Binêrin, di ser 23’yê Cotmehê re 50 roj derbas bûne. Di ser hevdîtina berê de jî çar sal û nîv derbas bûn. Bi rêbaza tecrîdê, bi siyaseta tesfiyekirinê ev çareserî pêk nayê. Jixwe windahiyên mezin çêbûn û hê jî mirov jiyana xwe ji dest didin.”

‘Hemû kes amade ne’

Omer Ocalan, axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Gelê Kurd êdî baweriya xwe ya bi çareseriya bi riyên demokratîk winda dike. Li rexekî dixwaze bawer bike li rexa din dema li Rojava dinêre, dibîne ku bombe li ser tên barandin. Sûîqest tên kirin û ev jî baweriya bi çareseriyê tune dike. Weke partî em dixwazin di demokrasiya vî welatî de rolê bilîzin. Li ser medyayê çendek spekulasyon jî tên kirin. Em, di nava siyaseta demokratîk û di çarçoveya destûra bingehîn de siyasetê dikin. Rêxistina wî jî got ku ew ê heta dawiyê bi biryarên birêz Ocalan re bin. Lê belê hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin.”