Oman destûr dide ajokarên texsiyê yên jin
Dê di demek nêz de destûr bidin jinên li Omanê li paytext Muskatê texsiyê bi kar bînin û ji 20’ê Çileyê ve jî dê xizmetek tenê ya jinan were destpêkirin.
Navenda Nûçeyan- Dê destûr bidin ku jinên li Omanê li Muskatê texsiyê bi kar bînin û her wiha dê xizmetek tenê ya jinan were destpêkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Times of Oman ku hefteya borî weşandibû, tê payîn ku xizmetguzarî ji bo rêwiyên jin, xwendekar û zarok were dayîn. Biryara ku ji bo wekheviya zayendî ya li dewletê wekî gaveke girîng tê dîtin, beriya parêzgehên din wê li parêzgeha Muskatê bi ceribandinê bê destpêkirin. Sepan dê fersenda ajakariya texsiyê bide jinên ku lêgerîna kar dikin an jî dema kar digerin dahatûyek zêde pêk bîne.
Ji bo jinan lîsans dan
Li gorî daxuyaniya Wezareta Gihandin, Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê ya ku roja pêncşemê hat dayîn, ji bo xizmeta texsiyê ya jinan ji şofêrên jin re lîsans hat dayîn. Her wiha wezaretê diyar kir ku dê xizmet bi riya sepana servîsa texsiyê bê kirin.
Texsiyên sûf
Li Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî ya cîrana Omanê, xizmetek texsiyê ya bi navê “Texsiyên Sûf” tenê ji jinan re xizmet dide. Hat ragihandin ku xizmeta texsiyê ya jinan a Umanê jî bi rengek hevbeş wê berdewam bike.
Di destpêka vê mehê de, Midûriyeta Giştî ya Trafîkê li Erebistana Siûdî ragihand ku destûr bidin dê jin bibin ajokarên texsiyê. Jin dikarin li her 18 dibistanên ajotinê yên li bajarên seranserê Qraliyetê serî li lîsansa texsiyê bidin. Li Erebistana Siûdî, di sala 2017'an de biryaranameya qraliyetê ya ku destûr dide jin seyare biajon, hatiye derxistin û biryarname di sala 2019'an de ketibû meriyetê.
Werger: JINHA