OECD: Li Tirkiyeyê 6.5 milyon zarok di nava xizaniyê de ne

OECD’ê Ragihand ku li Tirkiyeyê 6.5 milyon zarok di nava xizaniyê de ne. Li gorî rêxistinê ji 5 zarokan yek bê xwarin e.

Navenda Nûçeyan- Daneyên Rêxistina Pêşxistina Aboriya Kar a Tirkiyeyê (OECD) xizaniya ku li Tirkiyeyê heye nîşan didin.

Li gorî daneyên OECD’ê li Tirkiyeyê 6.5 zarokên ku di nava xizaniyê de dijîn hene. Li welat ji 5 zarokan yek bê xwarin dimîne. Ji 4 zarokan yek jî birçî diçe dibistanê.

Hejmara kesên ku alîkariyê digrin her diçe zêde dibe

Di rapora rêxistinê de tê diyarkirin ku Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde zarok lê di mercên xizan de dijîn e. Li gorî rapora bernameya Piştgiriya Aborî ya Wezareta Xizmetên Civak û Malbatê jî hejmara zarokên malbatên xizan ên muhtacê alîkariya madî ne nêzî 172 hezar e. Alîkariyên bernameyê di sala 2012’an de bi 37 hezar û 295 zarokan dest pê kiribû. Di sala 2020’an de hejmara kesên ji alîkariyê sûdê girtine bû 129 hezar. Ji dawiya sala 2023’yan ve heta niha jî hejmara wan bû 164 hezar û 995, tenê di 6 mehên sala 2024’an de jî hejmar bû 171 hezar û 895.