Odeya Jin a Tev-Dem’ê kiryarên dewleta tirk bi daxyaniyekê şermezar kir
Li dijî kiryar û êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê, Odeya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Qamişlo- Li dijî êrîşên dewleta tirk ên rojane û bênavber li ser tevahî axa Kurdistanê, Odeya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li ber deriyê Tev-Dem’ê bi amadebûna sazî, yekitî û rêxistinên girêdayî Tev-Dem’ê hat xwendin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Yekitiya Mamosteyan Henan Bekir ve hat xwendin wiha bû: “Bi ruxmî hemû bangewaziyên ji aliyê rêxistinên sivîl, civakî û hêzên siyasî ve dîsa dewleta tirk a dagirker rojane êrîşî me dike. Her wiha eşkere derdikeve ser dikê û gefan li me dixwe bi zimanekî tûj ku dûrî nirx û exlaq e. Dewleta tirk hewl dide dest bi operasyoneke dagirkirinê ya nû li ser herêmên me bike. Ev operasyona eşkerekirina projeyên dewleta tirk a guhertina demografiya herêmên me ye ku ew dixwaze bi riya vê projeyê keyanê xwe mezin diyar bike, êrîşên xwe xurtir bike û şerekî navxweyî di nav gel de ava bike. Di heman demê de hewl dide gel bi şer û pevcûnan re mijûl bike û armancên DAIŞ’ê bi cih bîne. Hikûmeta AKP’ê ya faşîst bi serkêşiya Erdoganê terorîst û desteka rêxistinên teror ku di herêmên me de bûne jêdera tirsê dê kareseteke mezin bi xwe re bîne. Bi aramanca avakirina zemîneke guncav ji bo rewakirina dagirkeriya axa Kurdistanê û di heman demê de xapandina civaka Tirkiyeyê û navneteweyî ji bo pêkanîna mîsaqê milî ya tûranî û xeyalên Osmaniya nû bi terzê Erdoganê kujer, topbaran tên pêkanîn. Her wiha li beramberî vîna gelê me siyasetek qirêj dide meşandin wekî pêkanîna komkujiyan li ser jin û zarokan bi taybetî piştî têkçûna wê li dijî gerîlayên Tevgera Azadiyê û YJA Starê. Em wekî Odeya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem bang li hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistinên Jin û hiqîqî dikin ku helwestên hevbeş û hevgirtî nîşan bidin ji bo parastina nirx û destkeftiyên me. Di heman demê de em bang li Rêxistinên Yekitiya Ewropayê, Rêxistina Mafên Mirovan û nûnerên jinan li cîhanê dikin ji bo rola xwe ya exlaqî bilîzin li hemberî rewşa xeter a heremê, ji bo ku jin û zarok nebin qurbaniyên siyaseta dagirkeriya tirk û siyasetên wê yên bêdeng wek berê.”
”Dewleta tirk dixwaze bajarekî me yê din jî dagir bike”
Endama Odeya Jin a Tev-Dem’ê Zeyneb Hesen da zanîn ku dewleta tirk dixwaze bi riya operasyona xwe ya nû ku bajarekî din dagir bike û got: ”wekî Odeya Jin a Tev- Dem îro daxuyaniyekê der barê kiryarên dewleta tirk didin ku dixwaze guhertinên demografîk di herêmên me de çêbike her wiha ji bo êrîşên wê yên rojane ser axa me. Di heman demê de ji bo gefên dewleta tirk ên dawî ku dixwaze careke din operasyoneke leşkerî bide destpêkirin û di encamê de bajarekî din dagir bike.”
”Sivîlan ji leşkeran zêdetir hedef digrin”
Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed destnîşan kir ku dewleta tirk sivîlan ji leşkeran zêdetir hedef digre her wiha bang li saziyên mafên mirovan kir ku bibin bersiva kiryarên hov û wiha hat gotin: ”Bi riya vê daxuyaniyê em dixwazin peyamek bidin dengê xwe bigihîjînin saziyên mafên mirovan ku li pêşiya dewleta tirk bisekinin. Dewleta tirk rojane êrîş û komkujiyan li ser gelê me pêk tîne, gelê me zirar nedaye lê mixabin ew dike û cîhan jî bêdeng e. Mînaka wê berî çend rojan bû ku êrîşek li ser Gundê Sêgirka ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û di encamê de sivîlek jiyana xwe ji dest da û çend jî bi giranî birîndar bûn. Bêguman projeya dewleta tirk a herî nû jî ew e ku çeteyên xwe di herêmên me yê dagirkirî de bi cih bike û guhertinên demografî tê de çêbike. Em wekî jin vê yekê qebûl nakin û her dem dê dengê me bilind be ji bo rastiyê.”