NY: Hejmara penaberan gihîşt 5 milyonê

Hejmara penaberên ji welatên Afrîkaya Rolhilat gihîşt 5 milyona û ev penaber bi pêşerojeke bêhêvî re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişand ku penaberên ji welatên Afrîkaya Başûr ji ber sedemên pevçûnên hundir, qeyrana aborî û guhertinên demsalê bi pêşerojeke bêhêvî re rû bi rû ne. 

NY’yê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku hejmara penaberên li welatên Afrîkaya Rojhilat a di 2012’an de 1,92 milyon bû îro gihîştiye 5 milyonan. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku mijarên weke pevçûnên hundir, qeyrana aborî û guhertinên demsalê bandora neyînî li ser jiyana penaberan dike û hat diyarkirin ku ji vê rewşê herî zêde zarok zirarê dibînin.

NY’yê bal kişand ku penaberên li Afrîkayê bi ‘pêşerojekê bêhêvî re’ rû bi rû ne û da zanîn ku di pêvajoya şewba Covîd-19 de ev rewş hê kûrtir bûye. Li gorî daneyên NY’yê ji van welatan li Ugandayê 1,6 milyon penaber dijîn, li Sudanê 1,1 milyon, li Etiyopyayê 887, li Kenyayê 547 hezar, li Sudana Başûr 240 hezar, li Tanzanyayê 248 hezar, li Burundî 86 hezar û li Cibuti 35 hezar penaber dijîn.