NY artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter xist ‘lîsteya şermê’

Di rapora salane ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) de biryar hat dayîn ku artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên paramîlîter, ji ber binpêkirina mafên zarokan bikevin ‘lîsteya şermê.’

 

Navenda Nûçeyan – Rapora salane ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) wê roja Pêncşemê bi awayekî fermî bê weşandin. Di raporê de behsa binpêkirina mafên zarokan (kêmî 18 salî) li 20 herêmên şer ên cîhanê tê kirin.

Di raporê de kesên ku ji qetilkirin, seqetkirin, tevlikirina leşkeriyê, revandin û destdirêjiya li zarokan berpirsyar in, di lîsteyek de tên ragihandin.

Rapor bi taybetî şerê ku ji Nîsana 2023’an vir ve di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya General Abdul Fettah el Burhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn a paramîlîter bi serkêşiya hevrikê wî General Mihemed Hamdan Daglo de diqewime, dinirxîne.

Di raporê de, biryar hat dayîn ku artêşa Sûdanê bi sedema berpirsyariya xwe ya di birîndarkirin û qetilkirina zarokan de û Hêzên Piştgiriya Lezgîn jî ji ber berpirsyariya êrişên li ser dibistan û nexweşxaneyan, destdirêjî û tevlikirina zarokan a leşkeriyê, bikevin ‘lîsteya şermê.’