Nûrşen Înal: Tevî hemû êrîşan jî di sala 2021’ê de jin li kolanan têkoşiyan
Nûnera Meclisên Jinan a Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Nûrşen Înal, ji ajansa me re sala 2021’ê di warê têkoşîna jinan de nirxand.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Sala 2021’ê bi qasî windahiyên jinan ji bo jinan bû saleke bihêzbûnê. Pêvajoya ku di destpêka salê de bi êrîşên li hemberî Hevpeymana Stenbolê dest pê kir, di 20’ê Adarê de bi biryara vekişîna ji hevpêymanê ku îmzeya Serokkomar Recep Tayîp Erdogan dihewîne zêdetir bû, Ji meha Tîrmehê şûnve bi dawîbûna pêvajoyê berdewam kir.
Di vê pêvajoyê de şertê delîlê şênber ê di sûcên katalog de ku bi Paketa Daraza 4’emîn hat anîn, her roj ragihandina nûçeyeke din a windabûna jinan, li hemberî tundiya mîna tacîza li ser medyaya civakî lêgerîna edaletê ya dayika li Pirsûsê, mirina bi guman a jinan ku zêde dibe, li hemberî LGBTI+’yan polîtîkayên nefretê yên bi dawî nabin. AKP her çiqas di sala 2021’ê de ji bo jinan û LGBTI+’yan dîmenek reşbîn xêz bike jî kolanan rûyê din ê madalyonê nîşan da. Tevgera LGBTI+ û jinan a her ku diçe hîn bihêztir dibe li hemberî Hevpevmana Stenbolê li Stenbolê hemû bariyerên polîsan hilweşand; her du tevger jî ruxmê êrîşan bi awayekî bi hêz dikevin sala 2022’yan.
Nûnera Meclisên Jinan a Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Nûrşen Înal, ev dîmenê reşbînî û tevgera li dijî wî ji ajansa me re nirxand.
“Kuştina jinan bi guhertina şêweyê berdewam kir”
Nûrşen Înal da xuyakirin ku li Tirkiyeyê jî jin bi desthilatdariya mêr a mayînde re rû bi rû ne û wiha berdewam kir; “Her çiqas em li erdnîgariyên cuda bin jî di qadên taybet û gelemperî de heman bav, heman hevser, heman dergistî, keman kardêr, heman desthilatdariyên siyasî hewl didin hemû biryaran ew bidin. Di bingeha tundûtûjiyê de ev yek heye jixwe. Serdestiya mêr ê ku xwe dixe nava hemû qadên civakî û newekheviya di navbera jin û mêr de bingehên vê tundiyê ne.”
“Em weke hedefên hêsan hatin dîtin, bi êrîşan re rû bi rû man”
Nûrşen Înal bal kişand ku di sala 2021’ê de li tevahiya cîhanê jî û li Tirkiyeyê jî bi bandora şewb û aloziyên aborî newekheviyên ku jin pê re rû bi rû mane zêde bûne û diyar kir ku di ser vê yekê de jî kuştina jinan û mirina bi guman a jinan bi şêweyên cuda berdewam dike, hewl tê dayîn ku veşartî bimînin û wiha axivî; “Jin weke hedefên hêsan hatin dîtin û li kolanan bi êrîşa mêrên ku qet nas nakin re rû bi rû man, tundiya nava malê zêde bû, serlêdana xetên piştgiriyê zêde bûn. Yên ku yekemîn bi hincetên cuda ji kar hatin avêtin jin bûn. Ên ku yekemîn ji dibistanan hatin qutkirin zarokên keç bûn. Ji ber şewb û aloziya aboriyê jin di jiyana xwe ya hundir de bê ewlehî man, derfetên xebitîna nerm, mobbîng, pêkûtî zêde bûn. Bi vê re weke encam newekheviya zayendî ya civakî, keda nava malê ya wekî xwedîkirina zarok, nexweş û kesên extiyar jî zêde bûn.”
“Bi awayekî nehiqûqî vekişîna ji Hevpeymana Stenbolê pêk hat”
Nûrşen Înal bi bîr xist ku bi awayekî nehiqûqî, vekişandina îmzeya Hevpeymana Stenbolê di sala 2021’ê de pêk hatiye û wiha berdewam kir: “Bi sedan jin li kêleka zarokên xwe hatin kuştin, jinên ducanî hatin kuştin. Gelek jin ji aliyê mêrên ku kesên herî nêzî wan in ve bi çekan, amûrên wekî kêrê hatin kuştin, bi awayekî hovane hewldana jiholêrakirina bedena wan û veşartinê hat dayîn. Mixabin piştî ku Hevpeymana Stenbolê ya ji bo jinan peymaneke girîng e ji holê rabû ev bûyer û êrîşên li dijî jinan di vê salê de zêde bûn.”
“Delîla herî mezin diyarkirina jin û zarokan e”
Nûrşen Înal bal kişand ser êrîşên zayendperest û wiha got; “Ferzkirina delîlên şênber, di sûcên li hemberî jin û zarokan de her tim rîska negirtinê derdixin holê. Girtin her tim pêşîgiriya herî bi ewleh e. Bi taybetî di sûcên êrîşên zayendî û destdirêjiyan de ya esasî diyarkirin e. Di sûcên li hemberî jinan de delîla herî mezin diyarkirina jinan e.”
“Jin her roj li kolanan di nava çalakiyan de bûn”
Nurşen Înal anî ziman ku riya parastina jin û zarokan ji pêkanîna sepana Zagona Hejmara 6284’an derbas dibe û wiha berdewam kir;
“Tundî şêwe diguherîne, mafên me yên zagonî tên binpêkirin. Li hemberî vê jin, bi berdêlên windakirina jiyana xwe ji bo li ser jiyana xwe biryar bigrin li ber xwe didin. Li dijî hemû bêedaletiyan li edliye, kargeh û kolanan têdikoşin. Li çar aliyên Tirkiyeyê rêxistinên jinan bi hev re çalakiyan li dar dixin. Piştî şeva vekişandina îmzeya ji Hevpeymana Stenbolê her roj, li kolan û qadan çalakiyên ‘Em dev jê bernadin’ hatin lidarxistin. Di têkoşîna mafên jinan de, li kêleka jinan dîsa jin hebûn. Dewlet tunebû, partiyên siyasî yên muxalif tunebûn, dema ku nîvê civakê ji bo ewlehiya jiyana xwe têkoşîn dimeşand partiyên siyasî ji bo Hevpeymana Stenbolê, ji bo mafên zagonî yên jinan hemû hêza xwe dernexistin holê. Jin li dijî hemû êrîşan, bi hemû hêza xwe têkoşiyan.”
"Em ê di sala 2022’yan de vê tabloyê biguherînin"
Nurşen Înal bi gotina “em ê dev ji Peymana Stenbolê ya ku li welatên lê tê bikaranîn jiyana jinan diparêze bernedin”, diyar kir ku heta hemû xalên Peymana Stenbolê û Qanûna bi hejmara 6284’an neyên tetbîqkirin ew ê têbikoşin û wiha axivî: “Di pêvajoyeke ku mirina jinan a bi guman gihîştiye asta cînayetên jinan de dê ev bibe mijara me ya herî girîng. Mirina jinan a bi guman bêcezatiyê bi xwe re tîne. Her bûyera ku heqîqeta wê dernekeve holê û her bûyera ku edalet pêk neyê, kiryaran teşwîq dike û dîsa rê li ber mirina jinan vedike. Em ê di sala 2022’an de vê reng û şêweyê jî biguherînin.”