Nûjiyan di çilrojiya xwe de li Şehbayê hat bîranîn
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêma Efrînê ciwanên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi vêxistina findan li ser gorên pakrewanên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn.
Şehba- Bi boneya derbasbûna çil roj li ser ciwanên ku di 25’ê Kanûna 2021’an de bi êrîşên dewleta tirk a dagirker jiyana xwe ji destdabûn, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên herêma Efrîn Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê, ew bi çalakiyekê li goristana pakrewanên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrez a kantona Şehabyê, di kesayeta Ş. Nûjiyan Ocalan de bi bîr anîn û li ser goran find pêxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê Reşîd Efrîn axivî.
Çalakî bi vêxistina mûman li ser goran bi dawî bû.