Nûçegihana kanala Al-Jazeera ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin
Wezareta tendirustiya Filistînê nûçeya kuştina nuçegihana qenala Al-Jazeera Şîrîn Ebu Aqle belav kir û li gorî rêveberiya kanala Al-Jazeera, nûçegihana wan ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye kuştin.
Navenda Nuçeyan - Qanala Al-Jazeera ku navenda wê li Katarê ye, ragihand ku nûçegihana wan Şîrîn Ebu Aqle li wargeha penaberan ya Cenînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin û kuştin. Wezareta Tenduristiya Filistînê jî kuştina nûçegihan Şîrîn piştrast kir. Derbarê kuştina Şîrîn de, kanala Al-Jazeera ragihand ku Şîrîn Ebu Aqle li wargeha Cenîn ya dikeve Rojavayê Filistînê, ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye kuştin û li gora agahiyan di heman êrişê de nûçegihanê rojnameya Qudis Elî Semudî jî birîndar bûye.
Şîrîn Ebu Aqle di sala 1981’an de li Qudsê ji dayîk bûye, nişteciha Ramala bû. Li zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Urdinê koleja Endezyarî temam kiriye. Piştî wê li Urdinê beşa rojnamevanî xwendiye. Piştî zanîngehê temam kir, vegeriya Filistîn û di radyoya dengê Filistîn, kanala Eman, Saziya Miftah û radyoya Montîkarlo de kar kiriye. Di sala 1997’an de bûye karmenda kanala Al-Jazeera û kar kiriye.