Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 692’an de didome

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 692’an de dom dike, di parvekirinê de hat gotin: “Dê dewlet jî li dijî têkoşîna dayikê dê îtîbara wê îade bike, wê ev doz hemû bikevin.!”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 692’yan de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtan lîsteya doz û lêpirsînên li Emîne Şenyaşar hatine vekirin parve kir û ev peyam da: “Gelek rêveberên di nava dewletê de têkoşîna dayikê mafdar dibînin. Em wisa bawer dikin ku di wijdanan de edalet pêk hatiye. Dê dewlet jî li dijî têkoşîna dayikê dê îtîbara wê îade bike. Çawa ku di nava partiyê de xîzikek kişandin ser navê parlamenter, dê tevahiya dozan jî bikevin!”