Nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 625’an de ye

Malbata Şenyaşar di roja 625’emîn a nobeta edaletê de ev peyama: “Ev zilmek e, yên ku li dijî zilmê bêdeng bimînin, şeytanê bêziman in.’

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin, di roja 625’emîn de berdewam dike.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibehê de nobeta edaletê da destpêkirin, li cihê çalakî tê pêkanîn parkirina wesayîdê bal kişand. Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Yên ku têkoşîna li ber deriyê edliyeyê ji nedîtî ve tên dê bersiva pêwîst di sindoqê de bigrin. Ev zilmek e, yên ku li dijî zilmê bêdeng bin, şeytanê bêziman in.’ Di hundirê meclisa Tirkiyeyê de kesên sûcê mirovahiyê kirine hene! @Akparti.”