Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 20’emîn de ye

Emîne Şenyaşar di roja 20’emîn a çalakiya xwe ya li Meclisê de carek din daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û xwest dengê wê were bîhîstin.

Enqere – Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûs a Rihayê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl ve hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî girtî, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li pêşiya Meclisê daye destpêkirin didomîne. Çalakî îro di roja 20'emîn de berdewam kir.

Di roja 20’emîn a çalakiyê de parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar, serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê kir. Emîne Şenyaşar, diyar kir ku kesên ku komkujî pêk anîn hatin berdan lê kurê wê Fadil Şenyaşar bi awayekî neheq tê ragirtin. Emîne Şenyaşar, dubare kir ku heta hemû kujer bên cezakirin û kurê wê bê berdan dê çalakiya xwe berdewam bike.