Nobeta Edaletê roja xwe ya 437’an de ye
Malbata Şenyaşar 437 roj in li bendê ye ku daxwaza wan ya edaletê bê pêkanîn. Malbatê diyar kir li holê sûcekî mirovahiyê heye û divê berpirsyar bên darizandin.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam dike.
Malbat di roja 437’an ya nobeta xwe de ji ber 19’ê Gulanê Cejna Ciwanî û Werzişê ye edliye îro girtî ye, li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê Navenda Giştî ya AKP’ê, Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan û Wezareta Dadê etîket kir û ev parvekirin kir: “Gotin di cih de be em mafê xwe dixwazin. Di holê de sûcekî mirovahiyê heye. Kesên sûcê mirovahiyê kirine, xwe bi destihilatê vedişêrin. Kesên li dijî vê zilmê bêdeng dimînin wê sibê bi kîjan rû derkevin pêşberî civakê.”