Nobeta Edaletê li ber Girtîgeha Xarpêtê berdewam dike
Emîne Şenyaşar ku kurê wê Ferît Şenyaşar dê îro nobeta bi Fadil Şenyaşar ê ku li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin re bigrin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê, wiha got: "Em ê qet hêviya xwe qut nekin.”
Riha- Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 493’emîn de didome. Malbata ku dê îro biçin hevdîtina Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê tê tagirtin dê Nobeta Edaletê li wir bidomînin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Em ê îro nobeta xwe ya edaletê bi Fadil Şenyaşar ku 4 sal in bêhiqûqî girtî ye re bigrin. Heta ku zilm û bêhiqûqî biqede wê têkoşîna me ya edaletê jî bidome. Em ê qet hêviya xwe qut nekin.”