Nobeta Edaletê: Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de biryara neşopandine

Malbata Şenyaşar di roja 428'emîn a nobeta edaletê de ne. Di lêpirsîna bi îdiaya “heqaret” derbarê Emîne Şenyaşar de hatibû destpêkirin de, biryara neşopandinê hat dayîn.

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 428’an de ye. Malbata Şenyaşar di seatên serê sibehê hatin li ber edliyeyê dest bi nobedê kir. 

Parêzer Serdar Tum malbata ku çalakiya xwe li qada weke “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar" tê pênasekirin berdewam dikirin, serledan kir.

Di lêpirsinê de biryara neşopandinê

 

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîna bi îdiaya “heqaretê û îftîra” ya derbarê Emîne Şenyaşar de dabû destpêkirin bi biryara neşopandinê da. 

Parêzerê Halîl Yildiz ê AKP'yî, bi delîl nîşandana gotinên Emîne Şenyaşar ên di 3'ê Adara 2022'an de yekemîn salvegera Nobeda Edaletê bikar aniyê, diyar kiribû derbarê Yildiz de sûcê "heqaret û îftîra" pêkaniyê.

10 lêpirsînên derbarê wê de berdewam dike

Derbarê Emîne Şenyaşar de bi heman hincetan 14 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin. Ji van lêpirsînan 3 ji ber gotinên wê yên derbarê Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu de veguherî peyneketinê. 2 ji van dozan li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê, dozek jî li 6'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Batikentê ya Enqereyê tê dîtin. 10 lêpirsînên derbarê Emîne Şenyaşar de berdewam dike.