“Nobeta Edaletê” di sala xwe ya yekem de ye: Tevî astengiyan jî me dest jê berneda
Emîne Şenyaşar a hevserê û 2 kurên wê hatin qetilkirin, di sala yekem ya nobeta xwe ya "Edaletê" de got: “Em salek bi astengiyan re rûbirû mane lê me paş ve gav neavêt û heta ku edalet were dê bidome.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 366’an de ye. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê. Malbatê, li qada ku bi navê “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” hatiye binavkirin, pankarta “Hevjînê min û du kurê min li nexweşxaneyê qetil kirin. Kesek girtî tune ye! Kurê min li ser fermana hiqûqa serdan hatiye girtin û çar sal in di hucreyekê de ye. Ez dixwazim kurê min tavilê bê berdan. Ji bo malbata Şenyaşar û ji bo her kesî edalet” li cihê nobetê daliqand û dest bi nobetê kir.
“Heta ku edalet were dê nobet bidome”
Emîne Şenyaşar destnîşan kir ku nobeta wan di bin zilmê de didome û wiha got: “Em tenê edaletê dixwazin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Bila ew dayikên kezeb şewitî hemû rabin ser pêya. Em salek bi astengiyan re rûbirû mane lê me paş ve gav neavêt û heta ku edalet were dê bidome. Her kes dizane em mafdar in. Çima ev zilm li me tê kirin.”
Daxuyanî bê dayîn
Tê payîn ku di salvegera nobeta malbatê de parêzvanên mafên mirovan ku di nav de nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî jî hene, tevahiya rojê serdanên piştgiriyê bidin. Malbat li gel parêzvanên mafên mirovan dê saet di 12:00 de li ber avahiya edliyeyê li ser Nobeta Edaletê ya salek li pey xwe hişt daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.