Nobeta edaletê di roja xwe ya 584’êmîn de ye
Parêzerên malbata Şenyaşar a ku 584 roj in nobeta edaletê didomîne, giliya dozgerên ku ji bo astengkirina nobeta biryarên “bêhiqûqî” didin ji HSK’ê re kirin.
Riha – Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 584’emîn de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar çû Girtîgeha Xarpêtê hevdîtina lawê xwe Fadil Şenyaşar ku 4 sal in di hucreyê de tê ragirtin, Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê dest bi çalakiya nobetê kir.
Derî hatin miftekirin
Di rojên dawî de tê xwestin bi fermanên Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Rihayê F.D. û hin dozgerên din nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar bê astengkirin. Ev demek dirêj e polîs li ser fermana dozgeran malbatê dorpêç dikin û nahêlin malbat di ketina edliyeyê de nobetê bigre. Duh jî malbatê û parêzeran xwest daxuyanî bidin lê li ser biryara Cîgirê Serdozgerê Komarî yê Rihayê daxuyaniya li baxçeyê edliyeyê hat astengkirin. Lê tevî astengiyê jî parêzeran daxuyanî da. Parêzeran xwest bi dozger re hevdîtinê bikin lê cîgirê dozger bi riya parêzvanên xwe ragihand ku ew naxwaze hevdîtinê bike. Deriyên korîdora ku odeya dozgeriya giştî lê heye, hat miftekirin. Parêzerên malbata Şenyaşar der barê cîgirê dozger ku van biryarên “bêhiqûqî” digire de li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) de gilî kirin. Parêzeran xwest HSK der barê berpirsyaran de ceza bide.
Ferît Şenyaşar ê nobetê didomîne jî destnîşan kir ku nobeda wan di bin zilmê de didome û parêzeran wan li dijî zilmê û neheqiya li wan tê kirin giliyê dozger kirine û xwest HSK mufetîşan bişîne û dest bi lêpirsînê bikin.
“Li holê sûcêk mirovahiyê heye”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parve kir: “Lêgerîna me ya maf li ber qesrê di roja 584’emîn de berdewam dike. Li holê sûcêk mirovahiyê heye, kes nikare doza me şexsî bike. Em ê bi parêzvanên mafên mirovan re li Rihayê daraza azad bikin."