Nobeta "Edaletê" di roja xwe ya 367’an de ye

Nobeda "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 367'an de berdewam dike.

Riha -  Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê d e li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 367’an de ye. Dayik û kurê wê serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê. Malbatê, li qada ku bi navê “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” hatiye binavkirin, pankarta “Hevjînê min û du kurê min li nexweşxaneyê qetil kirin. Kesek girtî tune ye! Kurê min li ser fermana hiqûqa serdar hatiye girtin û çar sal in di hucreyekê de ye. Ez dixwazim kurê min tavilê bê berdan.Ji bo malbata Şenyaşar û ji bo her kesê edalet” li cihê nobetê daliqand û nobeta xwe dan destpêkirin.

"Li dijî hiqûqa desthilatdaran, em ê bi ser bikevin"

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyayê wêneyê duh di yekemîn salvegera nobeta wan de hatibû kişandin bi vê peyamê re parve kir: “Me duh, bi tevlibûna parazvanên mafên mirovan nobet girt. Nobeta îro jî dê bi tevlibûna Serokê Yekitiya Baroyan û serokên Baroyên Herêmê bidome. Me bi du kesan dest bi çalakiyê kir lê dê sibe bibin milyonek. Bi qasî ku di riya wê de canê xwe bidin, em edaletê dixwazin. Li dijî hiqûqa desthilatdaran, em ê bi ser bikevin.”

Malbat, dê saet di 12:30 de ji aliyê Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û serokên baroyên herêmê re bê ziyaretkirin.