Nobeta edaletê di roja xwe ya 359'an de ne
Malbata Şenyaşar di roja 359’an nobeta edaletê de, li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi rûniştinê kir.
Riha- Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, berdewam dike.
Dema Emîne Şenyaşar di roja 359’an çalakiya xwe de, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne, Ferît Şenyaşar jî li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi rûniştinê kir.
“Dê têkoşîna dayikan bi ser bikeve”
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, Wezareta Edaletê, Desteya Dozger û Dadgeran (HSK) û hesabên fermî yên AKP’ê etîket kir û ev parvekirin kir: "Divê kes ji qanûnan ne bi hêztir be, ger na ew qanûn dema ku ji we re pêwîst bibe dê bi kêrî wê neyên. Wê hiqûqa serdestan ku li Rihayê herkes şahidiyê jê re dike dê bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe."