Nobeta "Edaletê" di roja xwe ya 350’an de ye

Malbata Şenyaşar a ku 351 roj in têkoşîna xwe ya 'edaletê' didomîne, wiha got: “Ger zilm hebe berxwedan maf e.”

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 351'ê de berdewam dike. Nobeta ku dayika Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikaribû tevli bibe, Ferît Şenyaşar didomîne. 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parve kir: “Gotina herî baş a mirov têkildarî hiqûqê bibêje ew e ku ger bi riya darazê zilm hebe, berxwedan maf e. Gelê Rihayê şahidê berxwedana li dijî zilmê ye. Hem li pêş hiqûqê hem jî di sindoqê de hûn ê bedelê vê yekê bidin.”