Nobeta edaletê di roja 739’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 739'emîn a nobeta edaletê de daxwaza xwe ya edaletê nû kir û wiha got: "Dema piştî hilbijartinê hikûmet biguhere dê bi êş û gendeliyên ku dane jiyîn were bibîranîn."

Riha- Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû re dabû destpêkirin, di roja xwe ya 739’emîn de didome.

‘Dê ev desthilatdarî bi zilm û nelirêtiyên xwe were bibîranîn’

Ferît Şenyaşar ê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku li bajêr qetlîamek çêbûye û destnîşan kir ku di wê doza qetlîamê de jî daraz serbixwe û bêalî nebûye. Ferît Şenyaşar, bal kişand ku bi dayika xwe re du sal in li ber edliyeyê nobet digrin û wiha axivî: “Dema ev îqtîdar biguhere dê bi êşa ku daye kişandin, bi zilm û nelirêtiyên xwe were bibîranîn. Li seranserê Tirkiyeyê bêhiqûqî tê kirin lê bêhiqûqiya herî mezin li vê qesra edliyeyê ya li pişt me tê kirin.”

‘Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin’

Ferît Şenyaşar ê bertek nîşanî ser girtina 23 kesan li Pirsûsê da, wiha axivî: “Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. Welatê me di erefeya hilbijartinekê de ye. Dema îktîdar guherî dê ev dozgerên ku biryarên wiha derhiqûqî dayîn li pêşberî darazeke serbixwe û bêalî hesabê bidin.”