Nobeta edaletê di roja 732’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 732’emîn a nobeta edaletê de, ev parve kirin kir: "Dema parêzbendî ji holê rabû dê deriyê girtîgehê vebe.”

Riha-  Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 732’ê de ye.

Malbatê serê sibehê hat ber edliyeyê û li ber pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dest bi çalakiyê kir. Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Ji bo ronîkirina komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye kirin, gelek caran pêşnûme pêşkeşî Meclisê hatin kirin. Lê ev pêşnûme bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. Hikûmeta nû tê avakirin û Meclis dê vê bûyerê derxîne holê. Dema parêzbendî ji holê rabû dê deriyê girtîgehê vebe.”