Nobeta Edaletê di roja 638’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 638’emîn de nobeta edaletê didomîne got, “Heke li welatekî edalet nebe li wir ne tenê kesên rêveber, her kes sûcdar e.”

Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 638’emîn de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar, ji ber nexweşiyên xwe nikarê were tev li nobetê bibe. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeyê pankarta “Ji malbata Şenyaşar re edalet” vekir û çalakiya xwe ya nobetê domand. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Pêşketin û rêzdariya welatekî bi hiqûq û edaletê tê pîvan. Heke li welatekî edalet nebe li wir ne tenê kesên rêveber, her kes sûcdar e. Ev 638 roj in em li ber deriyê edliyeyê li bendê ne ku dewleta hiqûqê tiştê pêwîst bike.”