Nobeta edaletê di roja 630’emîn de ye

Emîne Şenyaşar û malbata Şenyaşar tam 630 roj in li ber Edliyeya Rihayê li benda pekanîna daxwazên xwe yên edaletê ne.

Riha -  Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ya di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja xwe ya 630’emîn de berdewam dike.

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, bi lêv kirin ku mala wan êdî ber deriyê edliyeyê ye. 

Peyam dan

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Gelo Dewlet qanûn û destûra bingehîn ji bo her kesê wekî hev pêk tîne? An jî wek kesên bi hêz û qels, ji hev cuda dike û biryar dide? Em qasidê aştiyê #TahirElçî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.”