Nobeta Edaletê di roja 626’emîn de ye ye

Malbata Şenyaşar a nobeta xwe ya edaletê didomîne, diyar kir ku nobeta wan dê bandora perperokê biafirine û bibe sedem ku AKP di hilbijartinê de pir dengan winda bike.

Riha- Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 626’emîn de berdewam dike.

Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû tevli bibe û kurê wê Ferît Şenyaşar didomîne. Ferît Şenyaşar di çalakiyê de bertek nîşanî biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanan a ji bo 15 rojan a Walîtiya Rihayê da. Şenyaşar ji pêşiya edliyeyê hinek dûr ket û wiha got: “Destûrê nadin ku em li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bidin. Di demokrasiyê de çare xelas nabin. Em ji sed mîtroyan wêdetir dûr daxuyaniya xwe didin. Em vê bêhiqûqî û bêedaletiyê vedibêjin. Bi qedexe û astengkirinan dê nikaribin encamek bi dest bixin.” 

Hûn di ferqê de ne?

Ferît Şenyaşar, wiha got: “Em dixwazin ev neheqî di demeke herî kin de bi dawî bibe. Di demeke nêz de hilbijartin heye. Heta ku daxwaza me ya edaletê pêk neynin û ev neheqî bi dawî nebe dê nobeta me û têkoşîna dayikê bandora perperokî bike û bibe sedem ku AKP di hilbijartinê de pir dengan winda bike.” 

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Nobeta me ya HEQ! HIQÛQ! EDALET! li ber Edliyeya #Rihayê di roja xwe ya 626’emîn de bênavber berdewam dike. #Hûn di ferqê de ne @adalet_bakanlik" parve kir.