Nobeta Edaletê di roja 606’emîn de didome

Malbata Şenyaşar a di roja 606’emîn de nobeta edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê domand, diyar kir ku daxwaza wan daxwaza her kesê ye ku dibêje ez mirov im.

 

Navenda Nûçeyan – Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsa Rihayê êrîşê Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreye yekkesî de tê girtin, di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê îro di roja 606’an de didome.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê medya dîjîtal wêneyê Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû yê bi wêneyê Emîne Şenyaşar ê li meclîsê, "Çima dema ku wêneyê dayikê li meclîsê tê rakirin hemû wekîlên AK Partiyê serê xwe ditewînin. Kesê ku dibêje yê zilmkar ji me ye, nikare derkeve pêşberî raya giştî. Daxwaza dayika Şenyaşar daxwaza her kesê ye ku dibêje ez mirov im."