Nobeta edaletê di roja 590’emîn de ye
Malbata Şenyaşar 590 roj in çalakiya edaletê li dar dixin û dixwazin rayedar dengê wan bibihîzin.
Riha – Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevjîn û dû lawên wê 14’ê Hezîrana 2014’an ji aliyê xizm û parazvanên Wekîlê AKP’ê Halîl Îbrahîm Tildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar a ji êrişê bi birîndarî rizgar bû di roja 590’emîn de didome.
Malbata Şenyaşar danê sibehê hatin ber Edliyeya Rihayê û pankarta bi nivîsa "Ji malbata Şenyaşar re edalet" li bendên betonê daliqandin û dest bi nobetê kirin.
“Têkoşîna dayikan nayê jibîrkirin”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got, “Dîrok wijdanê gerdûnê ye... Bêhiqûqiya herî vekirî ya dîrokê li #Rihayê pêk tê. Zihniyeteke serdest heye ku çewisandin ji me ye. Têkoşîna dayikê bûye mijara belgefîlmên navneteweyî. Piştî sedsalan jî dê têkoşîna dayikan neyê jibîrkirin! Fragman” û dîmenên ji nobeta edaletê parve kir.